Mîrê bilûrê Egîdê Cimo koça dawî kir

Hunermendê Kurd Egîdê Cimo yê 87 salî ku weke Mîrê Bilûrê dihate nasîn li paytexta Ermenîstan Êrîvanê koça dawî kir.

Egîdê  Cimo yê ji navçeya Qelqelî a Wanê zarokeke malbatekê ku koçî Êrîvanê kir, di sala 1932’an de li gundê Erdeşer a Eremenistanê hatiye dinê. Cimo ê di hunera Kurdî de li cîhanê bi bilûrvaniyê hate nasîn, di dema 8 saliyê de dest bi karê muzîkê kiriye.

Hunermendê Kurd Egîdê Cimo yê 87 salî ku weke Mîrê Bilûrê dihate nasîn li paytexta Ermenîstan Êrîvanê koça dawî kir.