Mijar pirsgirêka Kurd be dewleta Tirk xwe li dokûmanterê jî ranagire

Çayan Demîrel, Ertûgrûl Mavîoglû û Veysî Atay par ji ber dokûmanterên xwe hatin cezakirin. Îsa jî wê sînemavan Kazim Oz, Ozay Şahîn, Kûtbettîn Cebe û Şiyar Dîcle di Sibat û Adarê de derkevin pêşberî dadgeriyê.

Derhênerên 'Bakur' Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû û derhênerê 'Nûjîn' Veysî Atay di sala 2019'an de ji ber dokûmanterên xwe hatin cezakirin. Rûniştinên dozên li gelek sînemavanan hatin vekirin bi giranî ji sala 2020'an re hatin talqokirin. Gelek derhênerên Kurd û Tirkiyeyî yên dokûmanteran tên darizandin. Di nava wan de derhênerên Kurd bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê kirine" û "alîkarî dane" hatin girtin û tên darizandin. Kazim Oz, Ozay Şahîn, Kûtbettîn Cebe û Şiyar Dîcle jî bi heman hincetê tên darizandin. Rûniştinên dozên wan wê di mehên Sibat û Adarê de pêk werin. Cebe di sala 2016'an de ji ber dokûmantera xwe ya bi navê "Roza-Welatê nava du çeman" bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hate darizandin. Cebe li ser van darizandinan û zexta li sînemayê tê kirin ji ANF'ê re axivî.

Cebe got, "Ez ji ber dokûmantera 'Roza-Welatê nava du çeman' têm darizandin. Di sala 2018'an de bi operasyonekê hatim destgîrkirin. Bi 'propaganda rêxistinê' hatim sûcdarkirin. Baş e ev rêxistin kî ye? YPG ye. Ev rêxistina ku bi têkoşîna xwe ya dijî DAÎŞ'ê cîhan hemû bi rêzdarî nêzî wê dibe, di îdîanameyên dewleta Komara Tirkiyeyê de niha weke 'rêxistina terorê' tê pênasekirin û kesên ku navê vê rêxistinê tîne ser ziman bi her rengî tên cezakirin. Pêvajoya ku berê me da dadgehan jî bi vî rengî dest pê kir. Me navê vê rêxistina ku 'dewleta me ya pîroz' qedexe kiribû bilêv kir."

Cebe got, "Îdîaya 'propaganda rêxistinê' kirasekî bêhempa ye ku dewlet ji bo sînemavanên serbixwe ceza bike bi kar tîne. Propaganda rêxistinê hem li nava welêt hem jî li hemberî derve (dewletên rojavayî) hinceteke bêhempa ye. Dewlet jî vê têra xwe bi kar tîne. 99 ji sedî yê darizandinan bi vê îdîayê tên kirin."

Cebe diyar kir ku ji ber zexta dewletê sînemavan bi zor û zehmetî salonê dikarin peyda bikin û got, "Festîval jî bi gumanbarî nêzî fîlmên serbixwe dibin. Fîlmên li ser pirsgirêka Kurd bi giranî cih nabînin. Eşkere ye ku ev yek dezavantajek e. Lê belê sînemavanên serbixwe bi salon û festîvalên ku sînemaya endustriyeyî ye girêdayî nînin.

Mînak, me dokûmantereke xwe li qehwexaneyan nîşan dan. Hunera bûrjûva ji salon û festîvalan hez dike. Festîval bêguman ji bo me sînemavanan qadeke ku em berhemên xwe nîşan bidin, lê belê eger nebe em dikarin pêvajoyeke hîn şoreşgerî bidin destpêkirin."