Mîhrîcana Zarokan bi coş qediya

Ji aliyê Navenda Hevdîtina Jinan UTAMARA li bajarê Lînz ê herêma Rheinland-Pfalz a Elmanyayê, Duyemîn Mîhrîcana Zarokan hat lidarxistin.

Ji aliyê Navenda Hevdîtina Jinan UTAMARA li bajarê Lînz ê herêma Rheinland-Pfalz a Elmanyayê, Duyemîn Mîhrîcana Zarokan hat lidarxistin.

Bi piştgiriya Şaredariya Linzê Mîhrîcana Zarokan îsal li Parka Rhein pêk hat. Di nava şînahî û atmosfereke xweş de ji bo zarok û malbat rojek taybet bi coş derbas bikin bernameyek rengareng bi lîstik, muzîk û govend pêk hat.

Mîhrîcan bi axaftina Şaredarê Lînz Dr. Hans-Georg Faust destpê kir. Faust, di axaftina xwe de bal kişand ku ger mirov zarokan mîna pêşeroja xwe binirxînin, pêwîst e mirov mîna pêşeroja xwe jî wan biparêzin. Faust got: “Hem jî danûstandina di nava çand û neteweyan de xweşikbûneke ku jiyana me bi reng dike.”

Her wiha ji Navenda Hevdîtina Jinan UTAMARA Evîn Torak û Violeta Jasiqi ji Meclîsa Biyanî ya Herêma Neuwiedê di mîhrîcanê de axivîn. Di mîhrîcanê de komên zarokan, “Hunermendên Biçûk”, Koma Têkoşîn, Koma flashline und Skipos ji Neuwiedê, Komeke Kosovar bi stranên albanî, Koma Ş. Têkoşîn ji Duisburg bi stranên Kurdî, Jînda ji Troisdorfê, Ronya ji Neuwiedê û Berke ji Komela Elewiyan Konigswinterê bi stranên xwe û lexistina enstrumanan berhem û hunera xwe bi mêvanên mîhrîcanê re parve kirin.

Di qada mîhrîcanê de zarok bi coş tevlî lîstik û çalakiyan bûn. Di mala fincikê de, bi Hula Hoop, rengên dest, rengkirina rû, pêşbîrka hêk û telîsan û çêkirina xelekan zarok bi keyfxweşî çalak bûn. Bi Tombala nirxên cuda cuda hatin qezençkirin û qeşmerek bi henek, balon û şîrînahiyan zarok û mezin da kenandin.

Di mîhrîcana saet 17.30’î bi dawî bû zarokan bi gotina: “Em saleke din cardin tê” xatir ji hev xwestin. 

...