Mîhrîcana Rojên Şanoyê ya Êlihê destpê kirin

Mîhrîcana Rojên Şanoyê ya Êlihê ya wê ji aliyê Şaredariya Êlihê ve îsal a 6. pêk bê, ji bo bihêz derbas bibe Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel bi komên şanoyên yên li bajêr û rêxistinên civaka sivîl re hat gel hev.

Mîhrîcana Rojên Şanoyê ya Êlihê bi şîara “Şano jiyan e em jiyanê azad bikin” ji aliyê Şaredariya Êlihê ve wê îsal a 6. bê lidarxistin, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel  ji bo şêwazê dawî bide bernameyê bi hunermendên şanoyê yên bajêr û rêxistinên civaka sivîl re hat gel hev.

Di civîna li salona meclîsa Şaredariyê pêk hat, Hevşaredar Gulistan Akel, Alîkara Hevşaredar Semra Guneş, nûnerên Organîzasyona Heft Reng, hûnermendên şanoyê yên li bajêr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn.

Mîhrîcan wê di navbera 20-24’ê Gulanê de pêk bê. Çavlirê ye 12 lîstîk bên dawetkirin û piraniya wan jî wê Kurdî bin. Di mîhrîcana şanoyê de dîsa weke her sal wê li tax, gund, kampa penaberan a Şengalê, pêşandanên kolanan, lîstikên zarokan û xebatên atolyeya vekirî hebin.

‘ELEQEYEKE CIDÎ YA GEL JI ŞANOYÊ RE HEYE’

Akel anî ziman ku mîhrîcana şanoyê ji bo Êlihê encamên pir balkêş derxistine holê. Her wiha hunermendên şanoyê û nûnerên rêxistinên sivîl jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

ROJA DAWÎ YA SERLÊDANAN 24’Ê NÎSANÊ YE

Komên şanoyê yên dixwazin beşdarî mîhrîcanê bibin, herî dereng 24’ê Nîsana 2015’an bi têkildarî afîş, text û dîmena vîdeo ya lîstîka xwe dikarin serî li Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê bidin, an jî bi rêya [email protected] belgeyên xwe bişînin.

...