Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî pêk tê

Malpera sînemayakurdî.com û Tor Film Production biryar girtin ku ew ê bi hev re “Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin. Mihricana ku ew ê cara ewil were lidarxistin bi daxuyanîyekê çarçove û naveroka mihricanê diyar kir.

Malpera sînemayakurdî.com û Tor Film Production biryar girtin ku ew ê bi hev re “Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin û ji bo mihricanê daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê hat gotin ku filmên ji bo festîvalê werin çêkirin an jî şandin divê herî zêde yek deqeyî bin yanî kurt û Kurmancî bin. Her wiha ji bo festîvalê mijara “Zimanê Kurdî” jî wek tema hatiye hilbijartin û divê mijara filmên îsal derbarê zimanê kurdî de bin.

"Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî" ji bo îsal ew ê sê xelatên tematîk û xelata taybet ya  Kurdistanî jî belav bike. Li gel xelatan dê ji bo her sê filmên pêşî, ji bo her yek ji wan 250 Euro belav bike.

Navê xelatan wiha ne; "Xelata Sîmemaya Amûdê, Xelata Taha Xelîl, Xelata Xelîl Dag, Xelata taybet ya Kurdistanî." Serlêdanên ji bo festîvalê di 21'ê gulanê de dest pê kir û heya 22'yê meha tebaxê dê berdewam bikin.

Daxuyaniya derbarê mihricanê de wiha ye:

"Dirêj bêje lê kin bibire!

Beriya ku mirov bikevin dû çîrokên dirêj û qerase bi çîrokên biçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirina çîrokekê û bi derbeka kin sazkirina fîlmekî ye.

Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov bi awayekî xwezayî dixwaze van dîmenan mayînde ango tomar bike. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet û ciyawaz in û dixwazin van ramanên xwe bi riya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên vê xemê ne li dû çîrokên xwe diçin. Hêviya me ewe ku ev kes xem û derdên xwe bi riya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.

Bide dû çîroka dilê xwe û zimanekî bi rêk û pêk yê sînemayî ava bike.

Hêvî ew e ku em çavên çê li sînemaya kurdî zêde bikin. Çavên çê yên ku xwedî awir û çavdêriyên xurt in û li dû çelengîyêne!

Bêguman bi rêya teknolojiyê û alavên wek telefonê girtina dîmenan îro hêsantir bûye û gelek kes bi hêsanî dikare derdê xwe bi riya dîtbariyê vebêje. Ji vê mîhrîcanê jî armanc ewe ku dildarên sînemayê derdên xwe kurt û bi derb vebêjin û fikr û ramênen xwe bi hunereke kurdewar rave bikin. 

Li gor rojev, geşedan û rewşa civaka kurd her sal wê mijar û babeta mîhrîcanê bê guhartin. Ji ber nav û naveroka mîhrîcana me xwedî cewherek kurdewar e, me mijara xwe ya îsal wek "Zimanê Kurdî" diyar kiriye. Me xwest destpêk bi ziman be, ji vê yekê armanc ewe ku sînemager berê xwe bidin zimanê kurdî û ev yek bala wan bikêşe.

Kurt û kurmancî em hewl didin ku derbarê ziman de fîlmên 1 deqeyî werin çêkirin. Ji nav van fîlman em ê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin van filman.

Ji lewre,

Qet dûr neçin, beriya her tiştî li derûdora xwe bihizirin û çîrokên xwe vebêjin. Kurt û Kurmancî fîlmekî 1 deqeyî çêkin û ji me re rêkin!"

Film dikarin ji bo malperên sinemayakurdi.net (sinemayakurdi.com) û Tor Film Production werin şandin.