Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdistanê li Fransayê destpê kir
1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdistanê di 7'ê Nîsanê de bi pêşangeha wêneyan a Îhsan Kaçar ku parçeyek ji projeya bi navê "Jinên Şer" e, saet di 19:30 de destpê kir.
1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdistanê di 7'ê Nîsanê de bi pêşangeha wêneyan a Îhsan Kaçar ku parçeyek ji projeya bi navê "Jinên Şer" e, saet di 19:30 de destpê kir.
1. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdistanê di 7'ê Nîsanê de bi pêşangeha wêneyan a Îhsan Kaçar ku parçeyek ji projeya bi navê "Jinên Şer" e, saet di 19:30 de destpê kir. Çalakiya li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê bi beşdariya Îhsan Kaçar pêk hat, bi nîşandana dîmenên şerê Kobanê destpê kir.
Li dû dîmenên ku fragmaneke biçûk a fîlmê li ser Kobanê ye, Îhsan Kaçar ji beşdaran re çavdêrî û şahidiya xwe ya li Kobanê vegot.
Kaçar ku weke rojnamevanekî di pêvajoya Kobanê de wezîfe kir got, "Dîwar bi dîwar, mewzî bi mewzî berxwedanek hebû. Jinên Kurd bombe bi bedenên xwe ve girê didan û di her kêliyê de tankek îmha dikirin. Her kesî digot ku Kobanê ket. Rojek beriya Cejna Qurbanê bû. Bi YPG'ê re ez li ser sînor bi rêya telefonê diaxivîm. Rojek bû ku min bi qasî saetekê nikarîbû bi kesê pê re diaxivîm biaxivim. Min berxwedêrekî din re diaxivîm ku ji min re digot, ew şehîd ketiye niha telefon li cem min e. Di atmosfereke bi vî rengî de min ji ajanseke Elman re nûçe dişand. Bi tenê min digot Kobanê neketiye. Weşana ez jê re dixebitîm, difikirî ku ji ber ez Kurd im bi hestewarî tevdigerim. Lê piştre ji min re gotin ku piştî rojekê wan fêm kirine ka dixwazim çi bêjim."
Kaçar çavdêriyên xwe yên Kobanê parve kir û der heqê projeya "Jinên Şer" de beşdarên pêşangehê agahdar kir. Kaçar ragihand ku wî bi zêdeyî 1260 jinan re hevdîtin kiriye û çîrokên wan qeyd kiriye. Kaçar anî ziman ku ev yek beşeke biçûk a xebata wî ye, ev xebat hînê dewam dike.
Mîhrîcan wê îro bi hevpeyvîna li ser wêjeya Kurd a bi beşdariya Sûzan Samanci li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûf Saînt Georgesê dewam bike.
Di 9'ê Nîsanê de rojnamevan Fûat Kav û mûzîsyen Merdan Zirav wê beşdarî panelê bibin. Dûre Dîwana Evdalê Zeynikê wê kevneşopiya dengbêjiyê ya muzîka Kurd bigihîne Parîsê.
Mîhrîcan piştî nîşandana fîlman û mûzîkê wê roja Şemiyê bi pêşbirka Govendê di êvara 11'ê Nîsanê de bi dawî bibe.