Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê 5’ê Mijdarê dest pê dike

3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê di 5’ê Mijdarê de dest pê dike.

Li Navenda Rewşenbîriyê ya bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, bi civîneke çapemeniyê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê hat ragihandin. Mîhrîcan, wê 5 rojan ango ji 5 heta 10’ê Mijdarê dewam bike. Dema mîhrîcanê, wê cara yekem rêzeşanoyo li kolanê û şanoya li salonê bên pêşkêşkirin. Wê ev şano jî li cihên cuda yên bajarê Kerkûkê bên nîşandan. Wê ji Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî komên şanoyê tev li vê mîhrîcanê bibin.

Rêveberê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Kerkûkê Mihemed Seyîd, têkildarê 3‘yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Kerkûkê di civîna çapemeniyê de kêfxweşiya xwe ya ji bo lidarxistina mîhrîcanê anî ziman û got: “Vê mîhrîcanê cihê xwe di dilê hemû Kurdistanê de vekiriye, lewre cihê serbilindiyê ye ku em mîhrîcanê radigihînin.”

Seyîd, di beşekê din ê axaftinên xwe de bi vî rengî agahiyên berfireh ên têkildarê mîhrîcanê parve kirin: “Mîhrîcan ji 20 şanoyan pêk hatiye, 11 ji wan şanoya kolanî û 9 ji wan jî şanoya nava salonê ye. Cihê kêyfxweşiyê ye ku piştî westandineke zêde me karî mîhrîcanê di dema xwe de pêk bînin ku wê 5’ê Mijdarê dest pê bike û heta 10’ê wê mehê dewam bike.”

Rêveberê Mîhrîcanê Şanoyê ya Kerkûkê Şiko Kerkûkî jî da zanîn ku mîhrîcan li gorî salên din xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Di mîhrîcanê de cara yekemîn e ku hewldana hemû şanogeran hatiye komkirin da ku bi du curên kolanî û nava salonê di çarçoveya yek mîhrîcanê de berhemên xwe pêşkêş bikin. Weke ku hatiye destnîşankirin wê tevî 20 şanoyan, skecên rexnegir, semînar û panel bên pêşkêşkirin.

Di dawiyê de Kerkûkî wiha got: “Em ji bîr nekin ku me bi kêfxweşî xebatên her du curên şanoya kolanî û ya nava salonê şopandiye da ku nasnameya mîhrîcanê bê parastin ku mîhrîcana Kurdistanî bi tevlêbûna hunermend û şanogerên her çar beşên Kurdistanê ne.”