Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn destpê kir

Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn ku wê heta 12’ê Gulanê bidome, îro destpê kir. Senatorê Parîsê Remî Feraûd di vekirinê de axivî û got: “Şaredariya Parîsê ya 10’emîn mala Kurdan e. Li şaredariyê pêşwazîkirina merasîmek wiha, rûmet e.”

Ji bo kesên ku bixwazin çanda Kurd, mutfaqa Kurd, Şano û lîstokên herêmî yên Kurdî bizanin, Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya 2’emîn destpê kir. Mihrîcan diyarî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hat kirin û mihrîcan li serê merdîvenên ku ew lê hatine qetilkirin, destpê kir.

Di destpêka merasîmê de nûnerên saziyên Kurdistanê, muzîkvan û komên foklorê ji Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê hetanî avahiya Şaredariya Parîsê ya 10’emîn meşek çandî lidar xistin. Xwepêşandanê li herêmê rastî eleqeyek mezin hat.

Vekirina mihrîcanê ku hem li navenda paytextê û hem jî di gelek komunên li herêma Parîsê de merasîman digire nava xwe, li Şaredariya Parîsê ya 10’emîn pêk hat. Li ser ekranê wêneyên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin nîşandan û li ber wê re jî stranên Mîr Perwer hatin guhdarkirin. Li ser navê CDK-F’ê Bêrîvan Firat mafê axaftinê girt û mêhvanên li salonê silav kir. Firat anî ziman ku mihrîcan diyarî şehîdên Parîsê hatiye kirin û piştre têkildarî çanda Kurd hinek mînak dan.

Senatorê Parîsê Remî Feraûd, Senatora Partiya Komunîst Laûrence Cohen, Endamê Meclîsa Parîsa 10’emîn Elîe Joûssellîn, Seroka France Kurdistanê Sylvîe Jan, Serokê Acortê Umît Metîn, nûnerên saziya Keldanî, Federasyona Jinan a Kabîlê, Actît û rayedarên Şaredariya Sarcelles jî di nav de gelek siyasetmedar li salonê cihê xwe girtin.

Remî Feraûd kurt axivî û got: “Şaredariya Parîsê ya 10’emîn mala Kurdan e. Li şaredariyê pêşwazîkirin merasîmek wiha, rûmet e.”

Di bernameya vekirinê de koma Govendê ya Rojbîn a Parîsê, Meral Alkan û Ûlaş Kelaşîn derketin ser dikê.

Her wiha şaredariyên Sarcelles û Bobîgnyê jî ji bo aktîvîteyên mihrîcanê cih dan.

BERNAMEYA MIHRÎCANÊ

Li gorî bernameyê vekirina roja destpêkê û roja duyem, wê li Komeleya Kurd taştê bê dayîn. Roja piştre, li banliyoya Sarcellesê wê şanoyek bê lîstin.

9’ê Gulanê li banliyoya Bobîgnyê wê dengbêj şeveke muzîkal lidar bixin.

10’ê Gulanê ji bo zarokan wê anîmasyon û belgefilma “Darên bi tenê” bê pêşandan.

11’ê Gulanê wê bi temaya “Jin Jiyan Azadî” pêşengeh bên vekirin

12’ê Gulanê li navenda Parîsê wê Koma Bajar, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz wê konsera fînalê bidin.