Mîhrîcana 28. hat lidarxistin

Mîhrîcana Çand û Muzîkê ya Kurd, ku îsal cara 28. hat lidarxisin bi dawî bû. Di Mîhrîcana ku roja Înê li bajarê Elmanya Hambûrgê destpê kir de 16 komên govendê û 17 komên muzîkê tevlî pêşbirkê bûn.

Mîhrîcana Çand û Muzîkê ya Kurd, ku îsal cara 28. hat lidarxisin bi dawî bû. Di Mîhrîcana ku roja Înê li bajarê Elmanya Hambûrgê destpê kir de 16 komên govendê û 17 komên muzîkê tevlî pêşbirkê bûn.

Yek ji çalakiyên demdirêj ên Kurdên li Ewropayê dijîn Mîhrîcana Çand û Muzîkê, cara 28. li bajarê Elmanya Hambûrgê pêk hat. Di pêşbirka ku roja Înê destpê kir de Koma Laliş a ji Celle bû yekemîn, Koma Şiyar a ji Salzgîtterê û Koma Roj Arya ya ji Parîsê bûn duyemîn. Koma Ar Folklor a ji Wûppertalê jî bû sêyemîn. Koma Hêvî ya ji Viyanayê jî beşa berhevkirin û kostumê de bû yekemîn.

Di beşa muzîkê de jî Koma Dera Sîm a ji Hambûrgê bû yekemîn, Koma Xamirpet a ji Hagenê bû duyemîn û koma Nûdem a ji Parîsê bû sêyemîn.

...