Mihemed Şêxo bi rêya çand û hunerê zindî tê girtin

Mihemed Şêxo ku di 14 albumên xwe de qala rastiya dîrokî, civakî û êşên gelê Kurd dike, bi çand û hunerê zindî tê girtin.

MIHEMED ŞÊXO

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ku di sala 2012'an de li bajarê Qamişlo hatibû avakirin, xwediyê 11 komên çand û hunerê ye. Komên mîna muzîk, şano û foklorê tevlî hemû çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên dibin.

Mihemed Şêxo ku navê wî yê rast Mihemed Salih Şêxmûs e, di sala 1948'an de weke zarokê yekemîn ê malbateke feqîr li gundê Xecokê yê Qamişlo ji dayik bûye. Ji ber şert û mercên aboriyê Mihemed Şêxo heta refa 3’yemîn xwend. Mihemed Şêxo ku di temenê xwe yê biçûk de fêrî lêdana tenbûrê bûbû, di sala 1969'an de çûye Lubnanê û du salan muzîk xwendiye û komeke muzîkê ya bi navê 'Serket' ava kiriye. Koma ku ji hunermendên ciwan ên Kurd ên weke Ramazan Omerî, Mehmûd Ezîz û Perûîn pêk tê, di demeke kurt de bala gel û hunermendên Lubnanê kişand. Piştî Lubnanê Mihemed Şêxo çû Bexdayê û di Radyoya Bexdayê de xebitî û ji aliyê gel hat naskirin. Mihemed Şêxo piştî rêwîtiya xwe ya li Lubnan û Bexdayê vegeriya Rojava û albûma xwe ya yekemîn bi navê 'Ay Gewrê' derxist. Mihemed Şêxo piştî ji aliyê gel tê naskirin û hezkirin, zextên dewleta Sûriyeyê jî li dijî wî zêde dibin. Ji ber zext û girtinan Mihemed Şêxo neçar ma ku koçî Başûrê Kurdistanê bike. Li wir tevlî pêşmergeyan bû û di heman demê de xebatên xwe yên hunerî dewam kir.

Mihemed Şêxo huner û têkoşîna xwe bi hev re meşand, piştî têkçûna pêşmergeyan û vekişîna wan ber bi Rojhilat ve bi pêşmergan re derbasî Rojhilat bû. Berhemên Mihemed Şêxo yê ku hem hunera xwe didomand û hem jî mamostetî dikir, di demeke kin de ji aliyê rejîma Îranê ve jî tê ferqkirin. Ji bo bikaranîna hevokên mîna "Ey felek / ji bo çi bextê me hoye/ Em bê dost û bê kes in” derbarê wî de lêpirsîn tê destpêkirin. Ji bo berhemên Mihemed Şêxo di Radyoya Tehranê de bên pêşkêşkirin, jê re şerta li cihê ‘Kurdistan’, ‘Gulistan’ bikar bîne hate dayîn.

Mihemed Şêxo vê şertê nepejirand û piştî 11 sal a sirgûniyê vegerî warê lê ji dayik bûye û xebatên xwe yên hunerê cardin berdewam kir.

DI 14 ALBÛMAN DE LÊGERÎNA HEQÎQETÊ

Mihemed Şêxo ya ku berhemên mîna Ay Lê Gulê, Eman Dilo, Nesrîn, Xemcivîn, Gewrê, Şêrînê Nû Gihayê, Ax û Yeman Şikrayê, Di Xewde, Ez Der Bûm, Were Were, Min Canek Dît, Dilvîna Min, Cana Şêrîn, Rabe ji Xewê, Hebs û Zîndan, Gulîzar, Perwîn, Eyd û Erefat, Kê Dinya Hêjand, Pir Şêrîne, Aso Ey Hawar, Şivan, Mixabin Dil Kuştiyê, Keça Delal, Ji Min Dûr Ket, Ey Felek, Her Erom, Di Zîndanê Dinalim, Rewşa Ciwata, Kewê, Şermîn ê Dil, Xortên Me, Çavên Xwe Veke, Xem û Xeyal, Çipka Xunavê, Sînem, Keçka Gundê Me, Min Bihîstî, Axina Min Tim ji Dil Tê, Êmê, Axîna min û Azade Şêrîn pêk tên û rastiya dîrokî, civakî, êş û azarên gelê Kurd radixe ber çavan hilberand, bi giştî 14 albûm derxist. Mihemed Şêxo her wiha bal dikişîne ser pêwîstiya ku gel bigihe rastiyê û berpirsyariyên xwe yên civakî pêk bîne:

“Bê xebat û kar û bizav

Bê zanîn û rijîm û rav

Nabê xudanê heq û nav

***

Ayîn ji bo te kirne dav

Talan dikin pê xak û av

Her dijmin hêz û dirav

***

Eger bimînî sist û xav

Ev taristan nabê hetav

Peyda dibî jana zirav”

***

Pêşkeve xorto gav bi gav

Bi xebite ji dil û hinav

Şarebaze û hebe sed çav”

JI ALIYÊ BI DEH HEZARAN VE HAT OXIRKIRIN

Mihemed Şêxo ya ku heta 41 saliyê xwe li çar parçeyên Kurdistanê di nava sirguniyê de jiya bû û xwediyê serkeftinên mezin bû, bi stranên ku nivîsandiye di dilê Kurdan de cih girtiye. Ji bo Mihemed Şêxo yê ku di 9'ê Adara 1989'an de jiyana xwe ji dest da 70 hezar kes li Qamişlo kom bûn û wî oxir kirin.

LI SER ŞOPA MIHEMED ŞÊXO DIMEŞIN

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ku di sala 2012'an de li bajarê Qamişlo hatiye avakirin, xwediyê 11 komên çand û hunerê ye. Komên muzîk, şano û foklorê tevlî hemû çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên dibin. Koma Muzîkê ya Botan ku ji 17 kesan pêk tê, Koma Muzîkê ya Pale ku ji 5 kesan pêk tê, Koma Muzîkê ya Sakîne ku ji 10 jinan pêk tê, Koma Folklorê ya Şehîd Welat ku ji 20 kesan pêk tê, Koma Şano ya Zarokan a Şehîd Osman ku ji 8 kesan pêk tê, Koma Şano ya ku ji  6 kesan pêk tê, Koma Muzîkê ya Girbawî ku ji 5 kesan pêk tê, Koma Muzîkê ya Girbawî ya zarokan ku ji 14 kesan pêk tê, Koma Qudurbeq a muzîkê ku ji 11 kesan pêk tê, Koma Muzîkê ya Kulîlkên Rojava ku ji 12 kesan pêk tê û Koma Bawer a muzîkê ku ji 4 kesan pêk tê, hezkirina çand û hunerê ku weke mîrate ji Mihemed Şêxo dewir girtine li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo zindî dihêlin.

Di komên çand û hunerê de ku ji 112 kesan pêk tê, çandê gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn zindî dihêlin û derbasî nifşên nû dikin.

JI BO PERWERDE NAVBER NAYÊ DAYÎN

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ku perwerdeyên muzîk, şano û folklorê bi awayekî sîstematîk tên meşandin, hefteyê du rojan perwerdeya keman, gîtar û tembûrê tê dayîn.

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ji 2'emîn festîvala Orkeş a muzîkê, 6'emîn Festîvala Şano ya Şehîd Yekta Herekol, 6'emîn festîvala Folklorê ya Şehîd Ronahî Bawer û 8'emîn festîvala ‘Keziyên hunandî ya azadiyê’ malvanî kir.