'Bi saya Rêber Apo zimanê Kurdî dîsa nûjen bû'

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî mamosteyên Kobanê diyar kirin ku di dîrokê de li ser zimanê Kurdî polîtîkaya tunekirinê dihat meşandin lê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zimanê Kurdî bû rastiyeke ku li zanîngeh û dibistanan tê xwendin.

Di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li Şamê ya ku paytexta Sûriyeyê ye, kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê Kurdî di vê serdema dîrokî de bi tîpên latînî hate xwendin û nivîsandin.

Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê Kurdî de roleke dîrokî lîstiye. Lewre roja destpêka weşana kovarê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek rewşenbîr û helbestvan û lêkolerên zimanê Kurdî xwe perwerde kirin. Kovara Hawarê ji sala 1932’an heta sala 1943’an 57 hejmar çap bû. Jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya Latînî û Erebî, hejmarên din jî bi alfabeya Latînî derçû.

Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî Mehmûd Misto Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got “Em roja Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd û li şehîdên xwe yên ku canê xwe feda kirine, pîroz dikin.”

Mehmûd diyar kir ku dema ku mirov li dîroka Kurdan dinihêre li dîrokeke berxwedaniyê rast tê û wiha pêde çû "Ev ziman bi hezaran salan di pişaftin û hilandinê de derbas dibe, lê bi saya rewşenbîrên me vî zimanî dîsa xwe vejand.”

Mehmûd bal kişand li ser dîroka kovara Hewarê ku cara yekem bi tîpên Kurdî ya Latînî hatibû nivîsandin û got “Di sala 1932’an ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan tîpên Kurdî yên Latînî di kovara Hawarê de hatin nîvîsandin. Ev ziman çendî di bin zext û zorê de derbas bû lê bi saya şoreşa Rojava û şehîdên me, ev ziman car din xwe nû dike û gavên pêşketinê diavêjin.”

Berdevka Jin ya Desteya Perwerde û Fêrkirnê Fîdan Şêx Ehmed jî diyar kir ew Cejna Zimanê Kurdî di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li tevahî şehîdên şoreşê û li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dike û got “Ev roj ji bo me hêviyek bû lê ev hêvî li ser axê bû rastî. Ev roj ji bo tevahî Kurdan roja hebûnê ye.”

Fîdan da destnîşankirin ku piştî çirûska 19’ê Tîrmehê ev hêviya hat rastkirin û êdî em li zimanan hînî zimanê xwe dibin û got “Hêviya me ev e ku di demên pêş de zimanê Kurdî bibe zimanê zanistê.”

Endamê Yekîtiya Mamosteyê Kantona Kobanê Ehmed Bozo jî diyar kir ew Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelan pîroz dikin û got “Ziman hebûna gelan e. Di dîrokê de her dem li ser zimanê Kurdî qirkirin hate kirin û hate xwestin ku zimanê Kurdî tune bikin.”

Ehmed di dawiyê de diyar kir ku bi saya şehîdên ku ji bo nûjenkirina civak û jiyanê xwe feda kirine, zimanê Kurdî jî xwe ji nû ve nûjen kiriye.