Mamosteyên Kurd ên li Swêdê kongreya xwe pêk anîn

Mamosteyên Kurd ên li Swêdê dijîn kongreya xwe pêk anîn.

Mamosteyên Kurd ên li Swêdê dijîn kongreya xwe pêk anîn.

Kongre li pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê bi beşdariya 30 mamosteyên Kurd pêk hat. Ji bo dîwana kongreyê Amed Tîgrîs, Ronak Osman û Rêwas Mahmud hatin hilbijartin.

Di destpêka kongreyê de rojev hat pêşkeşkirin û pesinandin. Rapora kar a salane ji aliyê Serokê Komeleyê Nîşan Bamernî pêşkeşî endaman hat kirin. Di vegotina wî de jî diyar bû ku wan giraniya xwe dane ser lefandina rêxistinek nûjen.

Di raporê de wiha hat gotin: “Xebata rêxistinkirina mamostan bi rêk û pêk armanca sereke ye. Nêzî 90 endamên komelê çêbûne. Mamosteyên zaravayên zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî) bi hev re di xebatên komelê de bi cih bûne, bûne endam. Armanca zêdekirina hejmara endaman e. Endamên ji çar parçeyên Kurdistanên e. Li Bakur, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê bi Rêxistinên mamostan û yên ku li ser zimanê Kurdî dixebitin re têkiliyên germ danîne.”

Hat ragihandin ku komeleyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek bi navê  ‘HER MEH PIRTÛKEK’ dimeşîne û heta niha sê pirtûk amade kirine, çapkirine û teslîmê berpirsên mamosteyên Rojavayê Kurdistanê kirine. (Alfabe- Mistefa Uzun, Dilîzim Fêr dibim-Hakki Balta û Derguşa Nasnameyê- Yadayreya perwerdeya Swêd.) 

Piştî pêşniyarên mamosteyan komîteya kargeriya nû hat hilbijartin.

Ji bo komîtê ev kes hatin hilbijartin;

Serok: Rêwas  Ahmed- Ji Başûrê Kurdistanê, mamosteya zimanê Kurdî/ Soranî
Sekreter : Hakki Balta-Ji Bakurê Kurdistanê, mamosteyê zimanê Kurdî/ Kurmancî
Berpirsê abr: Nîşhan Bamernî – Ji Başûrê Kurdistanê, mamosteyê zimanê Kurdî/Soranî û Kurmancî
Mistefa Uzun: Ji Bakurê Kurdistanê – Mamosteyê zimanê Kurdî/Kurmancî
Ronak Mahmud: Ji Başûrê Kurdistanê – Mamosteya zimanê Kurdî/Soranî
Jusef Erdem: Ji Bakurê Kurdistanê–Mamosteyê Zimanê Kurdî/Kurmancî
Mehmed Dogala: Ji Bakurê Kurdistanê – Mamosteyê zimanê Kurdî/Kurmancî

...