Malbata Ercan ji bo zimanê zikmakî di çalekiyê de bû

Malbata Ercan ji bo zimanê zikmakî di çalekiyê de bû

Welatiyê bi navê Xidir Ercan li dijî pergala dewletê ya perwerdehiyê ji sala 2002'an heta niha li gel 6 zarokên xwe perwerdehiya zimanê kurdî dibîne. Ercan bi boneya balê bikşîne ser çalakiya xwe, li Lîseya Galatasarayê daxuyaniyê da çapemeniyê. Ercan xwest kurd zarokên xwe neşînin dibitanên AKP'ê û Fethullah Gulen ên bişaftinê.

Welatiyê bi navê Xidir Ercan ê li dijî pergala dewletê ya perwerdehiyê ji sala 2002'an heta niha li gel 6 zarokên xwe perwerdehiya zimanê kurdî dibîne, bi boneya balê bikşîne ser çalakiya xwe li qada Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê. Ercan di çalakiyê de pankarta "Werin em dibistana Şehid Mazlum Dogan vekin. Ziman beden e, li bedena xwe xwedî derkeve" vekir. Ercan û zarokên xwe silogana "Bê ziman jiyan na be" qeriyan.

Ercan, ani ziman ku di sala 2002'an de ji bo daxwaza zimanê zikmakî 3 mehan hat girtin û wiha got: "Heta ku çalakiya min a sivîl bi encam bibe ez dê vê çalakiya xwe berdewam bikim. Heta ku li Kurdistanê kurdî bibe zimanê fermî ez dê têkoşîna xwe berdewam bikim. Heta ku Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî azad bibin ez dê têkoşîna xwe berdewaım bikim. Ez bang li hemû kurdan dikim û dibêjin kes zarokên xwe neşinin dibistanên AKP û Fethullah Gulen ên asimilasyon."