LKFF bi merasîma xelatê bi dawî bû

13’emîn Mihrîcana Filmê Kurd a Londonê (LKFF), bi merasîma xelatê ya bi 7 pêlan hate kirin, bi dawî bû.

13’emîn Mihrîcana Filmê Kurd a Londonê ku ji sala 2001’an û vir ve li Londonê tê lidarxistin, îsal di dîroka 23-30’ê Îlonê de, weke 15 metrajên dirêj û 16 metrajên kurt bi 31 filman hate pêşandan. LKKF, li Sînemaya Prînces Charles a navdar a Londonê, bi merasîma xelatan bi dawî bû. Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, endamê Meclîsa Şaredariya Harîngey Alî Ozbek, Nûnerê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ya Îngilistanê Karwan Jamal Taher, rojnamevan Zoe Tîdman û Constance Wong û gelek kesên din tevlî merasîmê bûn.

Beriya merasîma xelatê galaya filmê “Ji Şengalê name” ya ku bi derhêneriya Dersîm Zerevan, ji aliyê Komuna Film a Rojava va hat çêkirin, hate kirin. Piştre filmê “Îmad’s Chîlhood (Zarokên Îmad)” a Derhêner Zahavî Sanvajî hate pêşandan. Her du film jî bi taybetî qetlîma ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyan pêk anî, nîşa dikir û temaşevan bi hestiyar bûn. Piştî pêşandana film, Derhêner Sanvajî axaftinek kir. Piştre bi jurîtiya Derhêner Veysî Altay, Nîkola Îvanovskîa, Reber Dovsky, Vîlda Salehî, Azîz Çapkûrt û Serhat Karaaslan xelatên LKFF’ê hatin eşkerekirin.

Dîrektorê LKFF’ê Ferhan Sterk axaftina vekirinê ya merasîma xelatê kir û diyar kir ku wan carek din kelecana dîtina Kurdistanê ya li ser perdeya spî, jiya.

BELGEFILMA HERÎ BAŞ ‘ALIYÊ DIN Ê ÇEM (THE OTHER SÎDE OF THE RÎVER)’

Belgefilma “The Other Sîde Of Rîver (Aliyê din ê çem)” a derhêneriya wê Antonîa Kîllîan kirî, hêjayî Xelata Belgefilma Herî Baş a Metraja Dirêj a Mehmet Aksoy a Mihrîcanê hat dîtin. Derhêner tevlî merasîmê nebûbû, lewma Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs xelat pêşwazî Derhêner Veysî Altay kir.

Filmê The exam (Ezmûn) a Derhêner Shawkat Amîn Korkî hêjayî Xelata Film a Metraja Herî Baş a Rojazer hate dîtin. Xelata Filmê Herî Kurt a Yilmaz Guney, dan Filmê Fînger Prînt (Şopa Tilî) a Zanyar Mihemmeddînîkû. Xelata Filmê Herî Baş û Kurt ê Taha Kerîmî jî dan filmê 7 Symphonîes of Zagros (7 semofoniyên Zagrosê). Xelata Lîstoka Jin a Herî Baş jî, îsal dan du lîstokvanên jin. Şewbo Silêmanî ya ku di filmê Fînger Prînt de lîst û Avan Jamal a ku di filmê The Exam de lîst, hêjayî xelatê hatin dîtin. Xelata Lîstoka Mêr a Herî Baş jî dan Poûrîna Rahîmî Sam ê ji filmê Zalava.

XELATA JURÎ YA TAYBET: DEMA DIRÎREŞKAN

Xelata Jurî ya Taybet jî îsal dan filmê Blackberry Season (Dema Dirîreşkan) a Derhêner Haşim Aydemîr. Jurî ragihand ku wan xwest weke piştevaniyek a bi zehmetiyên çêkirina filman a li Kurdistanê û gelek sînemagerên di film de cih digrin ku li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne re nîşa bidin. Xelata Jurî ya Taybet di beşê filmê belgefilm de, dan filmê My Name îs Dekan (Navê min Dekan) a Ala Hostyar.

Di axaftinên ku di merasîma xelat de hatin kirin de, qala girîngiya mihrîcanê ya ji bo Kurd û Kurdistanê hate kirin. Di mihrîcanê de jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin, hat bîranîn û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

SÎNEMAYA KURD PARÇEYEK Ê TÊKOŞÎNÊ YE

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs di mihrîcanê de axivî. Karamûs hemû şehîdên Kurdistanê yên di rêya azadiyê de şehîd bûn bi bîr anî û got: “Şehîdên me hêviya azadiyê ya gelê Kurd, şîn kirin. Hunera Kurd bi êş û trajediyan dagirtiye. Îro em di sînemaya Kurdî de vê yekê dibînin. Ji vî alî de sînemeya Kurd di ragihandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, rolek girîng dilîze. Dîroka Kurdan bi qetlîaman dagirtiye. Filmê ku me temaşe kir jî, mînaka wê nîşa dide. Em li vir carek din kesên ku ji bo azadiyê şer dikin û yên vê radigihînin perdeya spî silav dikin.”

Ji jurîyên mihrîcanê Veysî Altay, spasiya her kesê ku tevlî mihrîcanê bûye kir.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr spasiya kesên ku mihrîcan lidar xistine kir û wiha got: “Ez carek din li ber lehengên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, bejna xwe ditewînim. Em deyndarê şehîd û dayikên şehîdan in. Îro ew kesên ku ev yek ragihandin perdeya spî jî, parçeyek ê vê têkoşînê ne. Sînemaya Kurd parçeyek ê têkoşînê ye.             “

Ji Meclîsa Gelê Kurd Elîf Sarican û Rojnameva Zoe Tîdman jî axivîn.