Li zanîngeha Torînoyê 'Sosyolojiya Azadiyê' hate nasandin

Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê 'Sosyolojiya Azadiyê' li Zanîngeha Torînoyê hate nasandin. Profesorên ku di semînerê de axivîn diyar kirin ku Abdullah Ocalan îlhamê dide.

Li Zanîngeha Torîno ya Îtalyayê li Beşa Çand, Siyaset û Civakê semînerek hat lidarxistin û pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” (2023) ku herî dawî ji bo zimanê Îtalî hat wergerandin, hat nasandin. Di nava axaftvanan de Profesorê Sosyolojiya Hawirdorê Darîo Padovan, Profesorê Dîroka Ramana Siyasî Gianfranco Ragona û Profesorê Hiqûq û Exlaqê yê di Serdema Şer de Davide Grasso jî hebûn. Bi qasî 30 xwendekar, xwendekarên doktorayê û akademîsyen beşdarî pêşkêşiyê bûn.

'ABDULLAH OCALAN ÎLHAMÊ DIDE'

Davide Grasso şert û mercên giran ên girtîgeha Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ya ji aliyê rejîma Tirk ve tê pêk anîn bi bîr xist û got: "Van şert û mercan pêvajoya nivîsandinê bi astengan re kiriye. Lê belê Ocalan ji bo beşeke mezin a nifûsa Rojhilata Navîn kesayeteke sembolîk e. Grasso di axaftina xwe de têgihîştina civaknasî, civak û dewletê ya ku di pirtûka Ocalan ya bi navê 'Sosyolojiya Azadiyê' de pêşniyaz kiriye bi kurtasî anî ziman û rexne li zanistên civakî yên pozîtîvîst û Ewropa-navendî kir.

Prof. Ragona got, "Ev pirtûk li hember hin têgînên me yên li ser cîhanê tê wateya meydanxwendinê û pir girîng e ku îro di nav şoreşgeran de were nîqaşkirin."

Ragona bi bîr xist ku ramanên Abdullah Ocalan bi lêkolîn û rexnekirina gelek ezmûnên şoreşgerî yên di dîrokê de pêş ketiye; Bi taybetî ramana anarşîst û analîzên Abdullah Ocalan dan ber hev û li ser xalên hevpar ên têgihîştina zanist, hiqûq û şoreşê rawestiya. Her wiha bal kişand ser girîngiya rexnekirina ferasta dewletê ya bi hişmendiya şoreşgerî ya sedsala 20’an û got, "Îro avakirina sîstemeke alternatîf a ku tê de jiyana azad pêk were, girîng e."

Padovan diyar kir ku, civaknasî ji ber ku li ser modela pozîtîvîst hatiye avakirin veguheriye endezyariya civakî, lê ev model ji bo analîzkirin û çareserkirina pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst têr nake. Li gorî Padovan di şûna wê de nêzîkatiyek yekgirtî hewce ye. Axaftin bi nirxandina hêmanên hevpar ên di navbera ramana Abdullah Ocalan û ramanên Braudel, Lukacs, Rosa Luxemburg û Murray Bookchin de berdewam kir.

Civîn bi nîqaşeke dewlemend bi dawî bû û hate xwest ku li ser ramanên Abdullah Ocalan zêdetir li zanîngehan were xebitîn û di warên mirovî, siyasî û civakî de bibe stûna ramanê.

Semîner bi dirûşmeyan bi dawî bû.