Li Zanîngeha Akdenizê polîsan 3 kes birîndar kirin

Li Zanîngeha Akdenizê polîsan 3 kes birîndar kirin

Li Zanîngeha Akdenîzê xwendekarên ku pergala YOK'ê şermezar kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan di mudaxaleyê de 5 xwendekar binçav kirin.

Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Akdenizê bi boneya di 32'emîn salvegera pergala YOK'ê şermezar bike û daxwazên zimanê zikmakî bîne ziman çalakî pêk anîn. Xwendekarên ku li kampusa Akdenizê kom bûn, siloganên "Bê ziman jiyan na be", "YOK polis medya divê ev dorpêç bê belavkirin", "Polis derkeve derve, zanistî bê hundir" qeriyan. Gelek polîsan pêşiya meşa xwendekaan birî û mudaxale kir. Di mudaxaleya polisan de 1 jê giran 3 xwendekar birîndar bûn.

Di mudaxa qoyîbah de Emre Kiliç, Haydar Aslan, Gul Fatma Îşcan, Huseyin Tutuş, Suleyman Kaymaz jî hatin binçavkirin. Emre Kılıç ku birîndar bû û hat binçavkirin rakirin nexweşxaneyê."