Li Yewnanîstanê keştiya koçberan binav bû: 12 mirî

Li Yewnanîstanê keştiya koçberan binav bû: 12 mirî

Polîsê benderê (derya) yê Yewnanîstanê da xuyakirin, ku piştî binavbûna keştiya koçberan a li nezî Girava Lefkada ya Derya Iyonyayê, 12 cenaze ji avê hatine derxistin, 15 kes jî filitîne.

Ji buroya çapemeniyê ya polîsê benderê rayedarekî diyar kir ku ji bo tespît bikin ka qurbaniyên nû hene yan na, xebatên lêgerînê dewam dikin.

Koçberên xwe gihandin peravên Paleros ê li pêşberî Girava Lefkada, ji rayedaran re ragihandin ku keştî binav bûye. Bota ji lastîk a heyşt metre dirêj, li peravên Palerosê hat dîtin.

Ji bo tespîtkirina sedema binavbûna botê lêpirsîn hat destpêkirin. Polîsê benderê heta niha xwe gihand cenazeyê 12 kesan. Hînê diyar nebû ku koçberên mijara gotinê welatiyên kîjan welatî ne.

Buroya çapemeniyê ya polîsan diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê dema bûyer qewimî, rewşa hewayê ya li herêmê xerab nebû.

Yewnanîstan a li başûr rojhilatê Ewropayê yê û xwedî sînorekî dirêj ê Derya Spî ye, rêgeheke derbasbûnê ya koçberên bi taybetî ji Asyayê ye. Tevî Derya Egeyê, Derya Iyona ya navbera Yewnanîstan û Îtalyayê jî ji aliyê koçberan ve tê bikaranîn.