Li Wûppertalê Şevbihêrk

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wûppertalê Şevbihêrka dengbêjan hate lidarxistin. Hozan Şemdîn û Ronî Erez tevlî bûn.

Şevbihêrk ji aliyê Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wûppertalê ve hate organîzekirin. Hozan Şemdîn û Ronî Erez tevlî bûn. Dengbêjên herêmî û gelek Kurdistanî li Şevbihêrkê amade bûn. 

Berdevkê Komîsyona Çandê Veysî Işik li Şevbihêrkê axivî û got, ji bo nifşên nû ji çanda xwe dûr nekevin divê çalakiyên bi vî rengî bên organîzekirin.

Şevbihêrka dengbêjan çar saetan dewam kir.