Li Wîntherthûrê 'Roja Gelan'

Li Wîntherthûrê 'Roja Gelan' hate lidarxistin ku koroya zarokan a Navenda Civaka Kurd a Wîntherthûrê performanseke serketî pêşkêş kir.

Li bajarê Wîntherthûrê yê Kantona Zurîch a Swîsreyê 'Roja Gelan' hate lidarxistin.

Çalakiya 'Roja Gelan' ku roja hefteya destpêkê ya meha Gulanê her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal di 6'ê Gulanê de bi beşdariya mirovên ji gelek gelan pêk hat.

Tamîliyan, Yewnanan, Kurdan govend û dansa xwe ya gelêrî nîşan dan, bi standan xwarin û çanda xwe dane nasandin.

Koroya Zarokan a Navenda Civaka Kurd di 'Roja Gelan' de performanseke serketî pêşkêş kir û hate ecibandin.