Li wargeha Mexmûrê xebatên çandê yên bi pêşengiya Saziya Kevana Zêrîn

Saziya Kevana Zêrîn a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo ciwanên wargehê di aliyê çand û hunerê de xwe pêşbixin, dest bi perwerdeya amûrên muzîkê kirine.

Çand, nasname û sedema jiyana civakan e. Eger civakek ji çanda xwe qut be, ev tê wateya ku ew civak tune bûye. Ji ber vê sedemê dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên hovane bi ser çanda Kurdan ve tê. Gelê Kurd her tim li dijî bişaftinê hebûna xwe parastiye. Tevî ku Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, bê cîh û war hatin hiştin, hatin qetilkirin, êş û azar kişandin, lê belê dev ji çanda ku wan li ser lingan digre, bernedan. Ji destpêka koçberiya xwe heta niha xebatên xwe yên çand û hunerê bênavber didomînin û gelek kom û saziyên wan ên hunerî hene. Yek ji van saziyan jî Saziya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn e. Kevana Zêrîn di sala 2017’an de bi pêşengiya jinên wargehê hat avakirin û di sala 2021’an de bi awayeke fermî xwe îlan kir. Ev sazî ji beşên şano, dîlan, muzîk û amûrên muzîkê pêk tê. Komên di saziyê de beşdarî şahî û meşên jinan yên li Mexmûrê dibin. Her wiha ji bo ku ciwan û zarokên wargehê xwe di aliyê çand û hunerê de pêşbixin perwerdeyên hunerî didin. Ji bo zarokan perwerdeya bi navê ‘jînim jiyanim’ ku ji beşên şano, govend û muzîkê pêk tê didin. Di heman demê de niha perwerdeya amûrên muzîkê yên weke erbane, gîtar, saz ji bo ciwan û zarokên wargehê dane destpêkirin. Ciwan di van perwerdeyan de li dijî qirkirina çandî, hebûna xwe diparêzin.

Endama Koordînasyona Kevana Zêrîn a Mexmûrê Besê Zinar qala rêveberiya Kêvana Zerîn, zor û zehmetiyên xebatê û armanca perwerdeyê kir.

Besê Zinar diyar kir ku gelê Kurd xwedî dîrokek gelek kevnare û destnîşan kir ku xwedîderketina li berxwedana Zapê rêya sereke ya xwederketina li çandê ye.

Zinar di derbarê xebatên Kevana Zêrîn de wiha got: “Ev saleke xebatên jin ên Kevana Zêrîn li wargehê didomin. Ev navend bi kombûyînên koordînasyonê pêk tê. Di heman demê de li ser feraseta çand û jinê xwe birêxistin dike. Armanca avakirina Kevana Zêrîn di wargehê de ew e ku jin xwe di her warê jiyanê de pêşbixe. Rêbertiya me ji bo ku jinek xwe di her warê jiyanê de rêxistin bike sîstemek da avakirin, di nava vê de sîstema KCK heye. Di nava sîstema KCK’ê de jin di warê çandî de xwe bin banê Kevana Zêrîn de rêxistin dike.”

‘TEVÎ BÊ DERFETIYÊN HEYÎ XEBATÊN ÇAND Û HUNERÊ DIDOMIN’

Besê Zinar wiha qala zor û zehmetiyên xebatên xwe kir: “Ev nêzî 4 salin ambargoyek li ser wargehê heye, ev bandora xwe li ser xebatên me yên hunerî dike. Di nava ewqas bê derfetiyan de xebatên çandî tê domandin. Bi rastî zehmetiyên ku derdikevin pêşiya me hene. Mînak komên me yên şano hene, lêyistokên xwe amade dikin lê belê ti derfet tineye ku derkevin derve û di festîvalan de cihê xwe bigrin. Di wan mijaran de em tengasiyan jiyan dikin. Yan jî amûrên muzîkê ji keseke re pêwîst dike tevî ku ciheke ewqas nêzîk heye, ji ber ambargoya heyî rê gelek tê dirêjkirin.”

‘CIWAN BI KÊFXWEŞÎ TEVLÎ PERWERDEYÊ DIBIN’

Besê Zinar da zanîn ku ji bo ciwanên wargehê xwe di aliyê çandî de nas bikin dest bi perwerdeya amûrên muzîkê kirine û wiha got: “Me ji bo ciwanan perwerdeya amûrên muzîkê da destpêkirin. Salên berê jî xebatên wiha hatibûn lidarxistin. Lê îsal bi tevlîbûnekî hîn xurtir xebat tên berdewam kirin. Di heman demê de beriya çend mehan me ji bo zarokên wargehê perwerdeyek bi navê ‘jînim, jiyanim’ li dar xist. Di nava vê xebatê de jî beşên weke; şano, govend û muzîk cih digre. Di van beşan de zarok tên perwerdekirin. Li pêşiya me rojên pîrozbahiyê hene, ji bo wan amadekarî tên kirin. Di heman demê de komên me yên muzîkê hene. Perwerdeya me ya amûrên muzîkê nêzî 20 rojin didomin. Em dixwazin bi wan perwerdeyan ciwanên wargehê di warê çandî de xwe pêşbixe  û çanda xwe nasbikin. Ciwan bi tevlîbûnekî xurt û bi kêfxweşî tevlî perwerdeyan dibin. Di destpêkê de ji bo perwerde me qasî 3 mehan dabû pêşiya xwe de, lê dibe ku di demên pêş de ji bo 4 an jî 6 mehan bê berdewam kirin.” 

‘XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA ZAPÊ RÊYA SEREKE YA XWEDERKETINA LI ÇANDÊ YE’

Besê Zinar da zanîn ku li ser wargehê êrîşên şerê taybet tê rêvebirin û wiha pêde çû: “Ev êrîş di salên dawî de zêdetir bûne. Di van êrîşan de mirov lewaztiyên dewleta Tirk dibîne. Ji ber ku xelkê wargehê tevî hemû êrîşan ev 28 sale xwedî çanda xwe derdikevin, êrîşên li ser wan hê girantir dibe. Ev êrîş bandora xwe li ser ciwan, jin û zarokan dike. Ev êrîş, ji bo ku gel ji çanda xwe durbikeve tên kirin. Rêbertiya me li ser vê mijarê wiha dibêhe; Çanda civakekê rêxistinbûn û dînamîzma wê civakê dide nîşandan. Ji bo vê ev êrîşên hovane li ser me tên domandin.”

‘YA KU HIŞTÎ HETA ÎRO KURD LI BER XWE BIDIN ÇANDA WAN BÛ’

Besê her wiha îşaret bi berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ku îro li Zapê pêş dixin kir û got; “Berxwedana ku îro li Zapê gihiştiye lûtkeyê ji çanda Heval Zîlan ne qute. Weke ciwanên wargeha Mexmûr em di zanabûna vê yekê de ne. Êrîşên ku li ser me tên domandin, êrîşên gelek hovane ne, li hemberî wan êrîşan jî berxwedaneke topyekûn pêwîst ên weke şerê çekdarî, siyasî û çandî. Vale derxistina dijmin rêya sereke ya xwedîderketina çanda xwe ye. Xwedî derketina berxwedana Zapê rêya sereke ya xwederketina çandê ye. Hemû bi hevre girêdayiye. Ya ku hiştî heta îro Kurd li berxwe bidin çanda wan bû.”

‘GELÊ KURD TIM RÊYA BERXWEDANÊ DA PÊŞIYA XWE’

Endama Koordînasyona Kevana Zêrîn a Mexmûrê Besê Zinar bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedanî tên raberkirin, encax li kêleka wê îxaneta PDK’ê heye. Gelê Kurd tim rêya berxwedanê da pêşiya xwe. Lê îro di nava me de kesên xwînxwar weke PDK’ê hene. Helbet em wê baş dizanin, berxwedaniya ku bi salane hatiye meşandin, ji Şêx Seîd heta Seît Rizayan berxwedaniya ku wan dane meşandin, îro li qontarên Zap, Avaşîn û Metînayê gihîştiye lûtkeya serkeftinê. Wê îxanet weke şopeke reş li rûye PDK’ê û malbata Barzanî bimîne. Divê li dijî vê di hemû waran de, bi taybetî di warê çandî de jî têkoşîn bên meşandin. Em xwedî dîrokek gelek kevnarin ku bi berxwedanî û qehremantiyê heta roja îro hatiye. Lewma yê serbikeve, yê azadî bidest bixe, ew kesin ku li ber xwe didin.”