Li Volgogradê teqîn: Herî kêm 18 mirî, 40 birîndar
Li Volgogradê teqîn: Herî kêm 18 mirî, 40 birîndar
Li Volgogradê teqîn: Herî kêm 18 mirî, 40 birîndar
Li bajarê Rûsya Volgoradê, di encama teqîna li stasyona trenê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 40 kes jî birîndar bûn.
Teqînê îro saet di 12:45'an de li nava stasyona trenê rû da. Wezareta Karên Hundir a Rûsyayê teqîn piştrast kir. Li gorî ajansa Rîa Novostî ragihand ku Komîteya Antî-Terorîzmê diyar kiriye ku êrîş ji aliyê çalakgereke jin a xwekuj, pêk hatiye.
Ajansa nûçeyan a Itar-Tass da xuyakirin ku teqîn li nêzî detektorên metal ên li ber deriyê stasyonê rû daye.
Polîs û pisporên bombeyê, erd û derdora stasyonê kontrol dikin.
Gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Guman tê kirin ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Volgograd ku navê wê yê berê Stalîngrad bû, li rojavayê çemê Volga, 905 kîlometre li başûr rojhilatê paytext Moskowê ye. Di dawiya meha Cotmehê de jî li vî bajarî êrîşeke xwekujî rû dabû û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 41 kes jî birîndar bûbûn. Êrîş ji aliyê êrîşkarekî xwekuj ê Dagistanî ve hatibû kirin û vê êrîşê di mijara ewlekariya Olîmpiyadên Zivistanê yên meha Sibatê li Soçî bên lidarxistin, guman afirandibû.
Lîderê Çeçen Dokû Ûmarov di daxuyaniya xwe ya bi vîdeo ya di meha Tîrmehê de, ji bo Olîmpiyadên Zivistanê yên 2014'an ên li Rûsyayê bên astengkirin, fermana 'hêza herî zêde' dabû.
Berî du rojan li bajarê Pyatîgorsk ê li Herêma Bakurê Kafkasyayê, li nêzî avahiya polîsên trafîkê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hatibû kirin û di encamê de 2 kes miribûn, zêdeyî 10 kes jî birîndar bûbûn.