Li Vîetnamê 10 hezar xanî di binê avê de man: 34 mirî

Li Vîetnamê 10 hezar xanî di binê avê de man: 34 mirî

Li Vîetnamê ji ber barana zêde zêdeyî 100 hezar xanî li ber avê ketin û herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî winda bûn.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku ji ber barana dijwar a navenda welêt di bin avê de hişt, herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Berpirsyarê Komîteya Herêmî ya têkoşîna bi karesatên xwezayî ya navenda wê li bajarê Danangê ye got, zêdeyî 100 hezar xanî di binê avê de mane.

Tevî bajarê tûrîstîk Hoî An, xanî û rêyên sîsteya emperyal a berê Hûe, ku UNESCO weke Mîrateya Cîhanê ew xistiye bin parastina xwe, di binê avê de man. Di rojên dawî de bi sedan tûrîst hatin veguhastin.

Berpirsyarê herêmî yê têkoşîna bi karesatên xwezayî re anî ziman ku li wilayetên peravê yên Qûand Ngaî û Bnh Dînh herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û barana dijwar îro danê sibê jî bariyaye. Hat ragihandin ku ev yek, ji sala 1999'an û vir ve mezintirîn karesata xwezayî ye û zerara madî herî kêm 65 mîlyon dolar e.

Rayedarên herêmî dabûn xuyakirin ku roja Şemiyê 20 hezar kes hatine veguhastin. Di dema derbasbûna bagerê Haiyan de duşema bihurî 800 hezar kes li Vîetnamê hatibûn veguhastin.