Li Taylandê çalakiyêm mûxalefetê dewam dikin
Li Taylandê çalakiyêm mûxalefetê dewam dikin
Li Taylandê çalakiyêm mûxalefetê dewam dikin
Mûxalefeta Taylandê, bi daxwaza îstifakirina hikûmetê îro ji nû ve daket qadan. Gelê Taylandê jî, piştî ku partiya mûxalefetê ragihand dê hilbijartinan boykot bike, careke din daket meydanan.
Bi destpêkirina çalakiyan re, nêzî hezar kesên ku piraniya wan jin bû, li ber mala Serokwezîr Yînglûck Şînawatra kom bûn. Jinên ku di bin dorpêçiya polîsan de çalakiyê lidar dixin, tê payîn ku hejmara wan zêde bibe.
Serokwezîr Şînawatra jî li bajarê bakur Peûa Thaî ye ku partiya wî li wir tê destekkirin. Serokwezîr li ser protestoyên mûxalefetê dabû xuyakirin ku dê di meha Sibatê de hilbijartinên pêşwext pêk bîne.
Tê payîn îro li Taylandê bi beşdariya bi dehhezaran mirovan protestoyên nû werin kirin.