Li Swîsreyê çalakiyên çanda Kurdan didome

Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê di serdema nû de çalakiyên xwe yên çandî didomîne.

Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê (Navenda Çandê ya Med) ku navenda wê li bajarê Basel ê Swîsreyê ye, di 2'ê Cotmehê de bi konsera Mehmet Atlî û Sasa Serap û di 27'ê Cotmehê de li Cenevreyê bi rojên sînemayê dest bi serdema nû kiribû.

Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê di çarçoveya plansaziya xwe ya 6 mehan de wê li gelek bajaran dîwana dengbêjiyê, rojên fîlman, li Cenevre û Baselê jî Hefteya Çanda Kurd û Kampa Folklorê organîze bike. Ji bilî pêşangehên wêne û fotografan, li dijî Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kir çar parçe jî wê rêzekonser werin lidarxistin.

Dîwana Dengbêjiyê wê di 6'ê Mijdarê de li Baselê bê lidarxistin. Di 6'ê Mijdarê de wê hunermend Ozan Şemdîn, Kawa Urmiye, Baran Bazîd, Delîl Maniş, Berfîn Demîr, Newroz, Hikmet Toktaş û Ozan Perwer jî tevlî Dîwana Dêngbêjiyê bibin. Wê ev çalakî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elsasstrasse 215 Basel bê lidarxistin.

Dîsa di 3-4'ê Kanûnê de wê Rojên Fîlmên Kurdî yên Baselê were lidarxistin . Wê ev fîlm werin nîşandan:

Fîlmê bi navê ‘Navnîşan’ ê Aram Dildar, fîlmê bi navê ‘Berxwedan Jiyan e’ yê Apo W. Bazidî,  fîlmê bi navê ‘Dûr e’yê Leyla Toprak, fîlmê bi navê ‘Dayika Berfo’ yê Veysî Altay, fîlmê bi navê ‘Bêdeng’ ê Rêzan Yeşîlbaş û fîlmê bi navê ‘Zindan an jî sirgun’ ê Şerîf Çîçek.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Di 6’ê Mijdarê de Dîwana Dengbêjan a Baselê

Di 3-4’ê Kanûnê dee Rojên Fîlmên Kurd ên Baselê

Di 13-16’ê Kanûnê de Hefteya Çanda Kurd a Baselê

Di meha Kanûnê de çalakiyên Kampa Folklorê li Swîsreyê

Bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê di dirêjahiya salekê de pêşangehên wêne û fotografan û konser.”