Li Sûriyeyê 2 rojnamevanên Spanî hatin revandin

Li Sûriyeyê 2 rojnamevanên Spanî hatin revandin

Rojnamevanên Spanî Javîer Espînosa û Rîcardo Garcîa Vîlanova, li herêma Reqa ya li ser sînorê Tirkiyê ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê (DAIŞ) a ser bi El Qaîdeyê hatin revandin.

Di daxuyaniya rojnameya El Mûndo ya 9'ê Kanûnê roja Duşemê de hat ragihandin ku nûçegihanê El Mûndo Javîer Espînosa û wênekêşê serbixwe Rîcardo Garcîa Vîlanova di 16'ê Îlonê de ji aliyê komeke ser bi El Qaîdeyê ve li Sûriyê hatine revandin.

Rojnameyê diyar kir ku her du rojnamevanan der barê encamên şer ên li ser sivîlan de li herêma Deyr Ezzor 2 hefteyan hevpeyvîn kirin û piştî karê xwe qedandin, li ser rêya vegerê li nêzî sînorê Tirkiyê hatin revandin. Rojnamevan bi çar şervanên Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) re hatin revandin. El Mûndo got, "Di warê teorîk de diviyabû vana rojnamevan biparastina. Sûriyeyî piştî 12 rojan hatin berdan, lê belê rewşa Spaniyan ne wiha ye."

Rojnamevanekî din ê Spanî jî di destpêka meha Îlonê de li Sûriyê hatibû revandin. Nûçegihanê rojnameya Katalan Marc Margînedas ku di 1'ê Îlonê de bi şervanên Artêşa Azad a Sûriyê ji Tirkiyê derbasî Sûriyeyê bû, ji 4'ê Îlonê û vir ve di destê komeke çekdar de ye.