Li Sûdanê rêjeya koçberiya hundir zêde bûye

Li Sûdanê rêjeya koçberiya hundir zêde bûye

Li herêma Darfûrê ya Sûdanê ji ber pevçûnên çêdibin 460 hezar kes koçber bûne. Netewên Yekbûyî (NY) got: “ Di sala 2013’an de ji salên 2012 û 2011’an  zêdetir mirov koçber bûne.”

Koordînatorê Karê Mirovî yê Netewên Yekbûyî da daxuyakirin ku, di sala 2013’an de li Sûdanê li herêma Darfurê ji salên derbazbûyî rêjeya koçberiyê hîn zêdetir bûye. Wezîrê Parastinê yê Sûdanê Abdulrehîm Mihemed Huseyîn jî da diyar kirin ku, pevçûnên di nava qabîleyan de çêdibin xeteriyên herî cidîne.

Rayedaran dan diyar kirin ku, pevçûnên ku di navbera milîsên qabîleyan û Ereban de îsal ji salên din hîn zêdetir bûye, hat ragihandin ku mirin û pevçûn bi awayekî paralel zêde dibin.

Li Sûdanê ji berî 10 salan hindekahiyên ne Ereb, ji ber di bin destê dewlemendên Ereban de bûn serî hildan. Li himber vê yekê hikûmetê milîsên Janjawîd yên ji qabîleyên Ereb hatî komkirin destek kirin û şandin ser sivîlan de.