Li Stenbolê xwendekar li dijî 'Dîwarê şermê' meşiyan

Li Stenbolê xwendekar li dijî 'Dîwarê şermê' meşiyan

Endamên DODEF'ê li dijî "Dîwarê Şermê" ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin meş pêk anî û lêkirina dîwar şermezar kir.

Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratik (DODEF), bi boneya dîwarê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê tê avakirin şermezar bikin li Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê kom bûn û heta Qada Beyazitê meşek girseyî pêk anîn. Xwendekaran bi kurdî û tirkî pankarta "Ji Dîwarê Şermê re tê tune" vekir û bê navber siloganên "Gelê Rojava ne bi tenê ye" û "Nêzîkatiya Rojava nêzîkatiya şer û aştiyê ye" û "Bijî berxwadana Rojava" , berz kirin.

Xwendekaran piştî meşê daxuyanî dan û xwestin dîwarê li ser sînor tê avakirin bi dawî bibe. Xwendekaran daxuyanî da û anîn ziman ku Tirkiye deriyê sînor li endamên çeteyan El Kaide vedike û lê derî li gelê Rojava digire û ev li dijî mirovahiyê ye. Xwendekaran anîn ziman ku Komara Tirkiyeyê li ser gelê Rojava tecrîdê dimeşîne û dixwaze wê li wir bifetisinê. Xwendekaran diware liser sînor tê avakiri şermezar kir û xwest hikûmet li bezgîn dawi li lêkirina dîwar bîne.