Li Stenbolê ji bo 163 girtiyên nexweş 163 deqîqe çalakî
Li Stenbolê ji bo 163 girtiyên nexweş 163 deqîqe çalakî
Li Stenbolê ji bo 163 girtiyên nexweş 163 deqîqe çalakî
Komisyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi minasebeta hefte ya mafên mirovan ji bo 163 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran serbest bên berdan çalakiya 163 deqeyan pêk anîn. Di çalakiyê de hat xwestin ku 163 giran 544 girtiyên nexweş serbest bê berdan.
Komisyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi minasebeta hefte ya mafên mirovan ji bo 163 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran serbest bên berdan li ber Dibistana Amadeyi ya Galatasareyê çalakiya 163 deqeyan pêk anîn. Di çalakiyê de panqarta "Tecrîd dikujin bila Tîba F bê girtin" û "Em li girtîgehan mirinan naxwazin" û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dovîzên "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin", "Bila girtiyên nexweş serbest bê berdan" û dirûşma "Tu jî îmzeyek bide" berz kirin û ji bo girtiyên nexweş serbest bê berdan îmze komkirin. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Stenbolê Umît Efe axivî. Efe rêbaza kiryarên ku li ser girtiyan dimeşine êdî hatiye asta îşkence yê û wiha got: "Maddeyên zagonan û Saziya Tiba Edlî her ku diçe bi polîtîkayên sîstematîk dixwazin girtiyan di ezmunan de derbasbikin. Serbest berdena girtiyan bi destê polîs, cendirme û JITEM'ê re hatî berdan û em bi vê edaletêre rûbi rûnin. Kes û desdorên xwedî wijdan dibê girtiyên nexweş serbest berdin. Divê girtiyên nexweş dibin navê adalet û demokrasiyê debi jî serbest bê berdan."
Endamên Komisyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya ku 163 deqeyan berdewam kir bi stran û helbestan bidawî kir.