Li St. Gallendê çalakiya Roja Zimanê Kurdî pêk hat

Kurdên li St. Gallenê çalakiya Roja Zimanê Kurdî li dar xistin.

Li bajarê St. Gallenê ya Swîsreyê çalakiya Roja Zimanê Kurdî hate lidarxistin

Di çalakiya ku bi beşdariya helbestvan Cemîl Denlî li pirtûkxaneya navendî ya St. Gallenê hat lidarxistin de helbest û çîrokên kurdî hatin xwendin.

Di çalakiyê de li ser pêşketin, parastin û ragihandina Kurdî ya ji bo zarokan axaftin hatin kirin.