Li Şîşliyê dîwarê şermê hat şermezarkirin

Li Şîşliyê dîwarê şermê hat şermezarkirin

Meclisa Jinê û ciwanan yên BDP'ê yên Stenbolê li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin, bi meşên girseyî şermezar kirin.

Pişti Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, li dijî avakirina "Dîwarê Şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakrin, 9 rojan çalakiya Rojiya mirinê pêk anî û dewrî gel kir, çalakî didomin. Meclisa Jinê û Ciwanan yên BDP'ê yên Stenbolê li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin, bi meşên girseyî şermezar kirin.

Jin û Ciwanên ku li Qada Şişlî kom bûn, heta avahiya AKP'ê ya Şişliyê meş pêk anîn. Girseya ku li qada Şîşli kom bûn pankartên "Em dê dîwarê şermê li Rojava hilweşînin", "Ciwanên Azad dê dîwarê şermê hilweşînin, dê Rêber Apo û kurdistanê azad bike", "Hişmeniya têl û mayînan dipêçe nikare şoreşa jinê asteng bike" vekir û meş pêk anî. Di meşê de Rêveberên HDP, HDK, meclisa ciwan û jinan, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn.Girsê di meşê de dowîzên "Jinên azad civavak azad e", "Têkoşîna jinê dê dîwaran hilweşîne" û "Şoreşa Rojava şoreşa jine" bilind kir û siloganên "Bijî berxadana Rojava", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir. Girse heta avahiya AKP'ê meşiya û dawî li çalakiya xwe anî. Girsê di meşê de sirûda "Çerxa şoreşa” xwend û daxuyanî da.

Piştî meşê li ser navê komê Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Arife Çinar, daxuyanî da û diyar kir ku Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan bi têkoşîn û berxwedana bi rûmet avakiran Dîwarê Şermê rawestand. Çinar, anî ziman ku ji ber hikûmeat AKP'ê dirû tev digere li ser gotin û sozên xwe nasekine û piştî soz da ku avakirina dîwar rawestîne dîsa dest bi avakirina dîwar kir. Çinar, destnîşan kir ku gelê kurd dê destûr nede avakirina dîwarên di navbera xwe de.

Endamê Meclisa ciwanan a BDP'ê Zeynep Sedef Demir, jî anî ziman ku ji bo kurdan perçe bikin van sinoran ava dikin û ew dê destûr nedin van sînoran.