Li Şîlî ji bo serokdewletiyê tûra duyemîn
Li Şîlî ji bo serokdewletiyê tûra duyemîn
Li Şîlî ji bo serokdewletiyê tûra duyemîn
Şîlî, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokdewletiyê, li ser sindoqan e. Namzeta sosyalîst Mîchelle Bachelet a di tûra yekemîn de li hemberî 8 namzetan ji sedî 46.6 ê dengan wergirt, tê payîn bi dengê ji sedî 60'î zêdetir bibe serokdewlet.
Bachelet a 62 salî, bi hilbijartinên 2006'an re ku qezenç kir, bû yekem serokdewleta jin a welatiyên Amer^ka Başûr. Niha jî ji bo serokdewletiya cara duyemîn li ber xwe dide.
Hevrika herî bi hêz a Mîchelle Bachelet jî namzeta mûxafazakaran Evelyn Matheî ye, ku partiya wê ya bi lîderiya Sebastîan Pînera di hikûmeta beriya niha de cih girtibû.
Ji profesorên zanîngeha Adolfo Îbanez Crîstobal Belleloî diyar dike ku Bachelet dê ji sedî 60'î zêdetir dengan bi dest bixe û careke din bibe serokdewlet. Eger Bachelet bi vê rêjeyê bibe serokdewlet, dê di dîroka Şîlî de mora xwe gavê rewşeke nû.
Dîroktorê Servîsa Hilbijartinê Patrîcîo Santamarîa da xuyakirin ku di navbera saet 08:00--18:00 de dê 13 mîlyon Şîliyî biçin ser sindoqan. Santamarîa ragihand ku encamên destpêkê yên hilbijartinê jî bi jimartina nêzî ji sedî 90 ê dengan de tê payîn saet di 19:45'an de ji raya giştî re bê aşkerakirin.
Li gorî jêpirsîna raya giştî ya Zanîngeha Santîago û Ipsosê, tê payîn Bachelet ji sedî 64 ê dengan, hevrika wê Evelyn Mattheî jî ji sedî 33 ê dengan bistîne.
Wezîra berê, parlamenter û senarto Evelyn Mattheî xebata xwe ya kampanya hilbijartinê şibandibû têkoşîna Davût a li hemberî Golyat û diyar kiribû ku têkbirina namzeta sosyalîst Bachelet ancax bi mûcîzeyekê dikare bibe.
Her du namzetên jin ên serokdewletiya Şîliyê di heman demê xwedî paşerojeke hevpar in. Her du jî keçên generalên berê ne û hevalên hev ên nêz in. Jiyana Bachelet û Mattheî ku di zarokatiya xwe de xwedî gelek nuqteyên hevpar in, cûntaya bi lîderiya Aûgûsto Pînochet a sala 1973'an serûbin kir.
Bavê Bachelet Alberto Bachelet, ji ber dilsoziya xwe ya bi serokê sosyalîst ê ji wezîfeyê hat xistin salvador Allende, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Lê bavê Mattheî Fernando Mattheî jî bi cûntayê re tevgeriya.
Mirina bavê wê di îşkenceyê de, jiyana Mîchellle Bachelet, biryarên wê yên siyasî û duyemîncar namzetiya wê ya ji bo serokdewletiya îro, diyar kir. Bachelet piştî wezîfeya xwe ya serokdewletiyê ya navbera salên 2006-2010'an, sê salan li New Yorkê Serokatiya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî meşand.
Bachelet a li Şîlî piştgiriya tifaqa çep digire, tê payîn di warê giştî de bersivê bide gel û bi taybetî jî bersivê bide bendewariyên xwendekaran. Her wiha tê payîn destûra bingehîn a ji dema darbeya leşkerî maye û sîstema bacê biguherîne. Ji nû ve sererastkirina sîstema perwerdeyê, di nava armancên Bachelet de cih digire.