Li Silêmaniyê Festîvala Çandê dest pê kir
Li Silêmaniyê 1’emîn Festîvala Çandê di Şanoya Roma Anfî de dest pê kir.
Li Silêmaniyê 1’emîn Festîvala Çandê di Şanoya Roma Anfî de dest pê kir.
Duh bi şev li Şanoya Romanî ya li parka Hewarî Şar ya li Silêmaniyê, yekemîn Festîvala Hunerî ya Silêmanî (Awaza Gelan) dest pê kir.
Festîval bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê komîteya amadekar a festîvalê peyamek hate xwendin. Di peyamê de hate gotin ku ew hewl didin bi rêya festîvalê, çand û hunera Kurdî bi cîhanê bidin nasîn. Hate gotin ku ev yekem festîvala hunerî û stranbêjî ya gelên herêmê ye.
Piştî wê koma Keçên Silêmaniyê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Piştî wê jinên dengbêj yên Bakurê Kurdistanê stranên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya roja yekem ya festîvalê de, koma Nîştimanî ya Çanda Iraqê, çend berhemên xwe pêşkêş kirin. Şeva dawî ya festîvalê bi stranên dengbêjiyê dawî bû.
Tê payîn di festîvalê de gelek kom û stranbêjên navxweyî derve tevlî bibin. Wê festîval heya 11’ê Îlonê dewam bike.