Li ser çîroka Evdalê Zeynikê şano hate amadekirin

Koma Şano ya Çiyê li ser çîroka Evdalê Zeynikê lîstikek amade kir. Lîstikvanên Kurd, Ereb û Brezîlyayî tevlî şanoyê bûn.

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kiriye, li ser dengbêjê Kurd ê navdar Evdalê Zeynikê lîstikeke şanoyê amade kir.

Dekor, kostum, senaryo û amadekariyên din ên lîstikê di nava 6 mehan de qediyan. Şano ji aliyê 26 lîstikvanan ve tê lîstin.

Di lîstikê de beşek ji çîroka jiyanê ya Evdalê Zeynikê tê vegotin. Ji ber ku Evdal ji navçeya Tûtax a Agiriyê ye, dekor, kostum, makyaj û detayên din ên şanoyê li gorî taybetmendiyên çandî yên herêma Serhedê hatin amadekirin.

Lîstik saetek û 19 deqeyan dewam dike. Ji lîstikvanên şanoyê 22 jê cara yekemîn e dilîzin. Tevî vê yekê jî di demeke kurt de bi rengekî serketî bi rola xwe rabûn.

Şano ji aliyê lîstikvanên Kurd, Ereb û Brezîlyayî ve tê lîstin. 31'ê Adarê roja Yekşemê wê li Rimêlanê pêşkêşî şanohezan bê kirin. Di 3'ê Mijdarê de li Qamişloyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û 7'ê Mijdarê jî li Dêirkê bi cûreyê şanoya muzîkê wê pêşkêşî şêniyan bê kirin.

Ji lîstikvanên şanoyê û derhêner Osman Kûrtalan li ser amadekarî, girîngî û armanca ji şanoya Evdalê Zeynikê ji ANF'ê re axivî.

Osman Kûrtalan got, "Evdal di dîroka Kurdistanê de weke Homerosê Kurdan tê naskirin. Homeros ji bo dîroka Yewnan tê çi wateyê, Evdalê Zeynikê jî ji bo dîroka Kurdistanê bi heman wateyê ye."

EVDALÊ ZEYNIKÊ NE TENÊ DENGBÊJEKE

Kûrtalan destnîşan kir ku xeta xiyanetê û xeta berxwedanê ya li nava gelê Kurd di çîroka Evdalê Zeynikê de şênber dibe û got, "Bêguman eger tenê weke dengbêjekî bê pênasekirin wê kêm bimîne. Evdal dengbêjekî Kurd e ku xiyanet red kir û berê xwe da berxwedanê. Efsaneyeke ku di demekê de ku xiyanet û berxwedan di heman demê de hebûn, bi rola xwe rabû."

Kûrtalan ragihand ku bi rêya şanoyê wan taybetmendiyên mirovên li derdora Evdal jî vegotine û got, "Yek ji wan jî Gulê ye. Sembola otorîteya jinê ye. Ne tenê dengbêjeke, di heman demê de jineke ku hewl dide pirsgirêkên civakî çareser bike, rê nîşanî civakê bide."

DÎROKA KURDISTANÊ DIVÊ BI ŞANO BÊ VEGOTIN

Osman Kûrtalan li ser şanoya li Rojava jî got, "Li Rojava pêwîstiya bi şano û hunerê gelekî zêde ye. Haya TEV-ÇAND'ê bi vê pêwîstiyê heye. Lewma beşek ji Koma Şano ya Çiyê şand Rojava. D3ıroka Kurdistanê, divê bi şano û hunera Şoreşa Rojava bê vegotin."

LÎSTIKVANÊN ŞANOYÊ

Di lîstikê de ku derhêneriya wê Osman Kûrtalan û senarîstiya wê Kurdê Tavya kir, Rodî Ardil bi rola Evdalê Zeynikê, Delal Serhed bi rola Gulê, Harûn Hêvî bi rola Tahir Xan, Osman Kûrtalan bi roja Şêx Silê, Mihemed Yûsif bi rola Qasim, Rojda Dandara bi rola Quling, Rûken Omer bi rola Eyşê, Xelîl Yûsif bi rola Temo, Cûdî Edene bi rola Mihê, Zînê Ebbas bi rola Binevş, Xalid Dêrik bi rola Jîr, Simko Cûdî bi rola Selman, Îbrahîm Hemê bi rola Telal, Sûad Osman bi rola Jin 1, Gulê Rojava bi rola Jin 2, Yasmîn Omer bi rola Jin 3, Gulistan Silêman bi rola Jin 4, Arîn Ebbas bi rola Jin 5, Rêwî Omer bi rola xizmetkarê Tahir Xan, Diyar Omer bi rola xizmetkarê Tahir, Bilind Mihemed bi rola xizmetkarê 1'ê yê Qasim, Diyar Omer bi rola xizmetkarê 2'emîn ê Qasim, Ridwan Gêrid, Mihemed El Xidir û Miced El Xidir bi rola şervanên Tahir Xan, Simko Cûdî, Basil El Xelef û Mehmûd Xelef bi rola şervanên Qasim û Mihemed Ehmo û Ramy Hasso bi rola leşkerên Osmanî radibin.

Kostum: Nesrîn Med, Harun Hêvî û Îbrahîm Hemê
Dekor: Armanc Arî û Rodî Ardil
Makyaj: Dîlara Demîr, Mehmûd Mihemed û Mihemed Osman
Deng: Konî Docolomansky
Derhênerên dîmen: Şêro Hindê, Nûman Yîgît, Dijwar Mûsa
Derhênerê muzîkê: Seyîd Riza Silbus
Ronahî: Şems Soz
Aşpêj: Nefîse Hesen
Kamera: Ararat Suveyda, Dijwar Mûsa, Nûjîn Dêrîk, Deysem Mihemed, Reşîd Mihemed, Nêvîn Yusif, Laleş Abdulrehman, Abdulmuhsin Dabah
Montaj: Rûbaar Zelal
Reng: Çiya Serêkanî
Alîkarê derhêner: Simko Cûdî
Produksiyon: Ekîn Ronî