Li Rûsyayê Festîvala Otonomiya Kurd
Li Rûsyayê Festîvala Otonomiya Kurd hate lidarxistin. Hunermendên ji neteweyên cuda yên li Rûsyayê di festîvalê de hunera xwe pêşkêş kirin.
Li Rûsyayê Festîvala Otonomiya Kurd hate lidarxistin. Hunermendên ji neteweyên cuda yên li Rûsyayê di festîvalê de hunera xwe pêşkêş kirin.
Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdên li Federasyona Rûsyayê li paytexta herêma Saratov a Rûsyayê Saratovtayê festîvalek lidar xist.
Festîval bi piştgiriya Wezareta Neteweyan a Rûsyayê û Wezareta Têkiliyên Civakan û Polîtîkaya Navxweyî ya Herêma Saratovê hate lidarxistin.
Di festîvalê de ku li Mala Çand û Hunerê ya Neteweyî pêk hat, hunermendên ji gelek neteweyan tevlî bûn.
Festîval bi 2 qonaxan pêk hat. Qonaxa destpêkê di navbera 15'ê Îlonê û 20'ê Cotmehê de bû. Ji neteweyên cuda yên Rûsyayê gelek hunermendan serlêdan kirin û ji aliyê jurî ve hate nirxandin. Di encamê de jî ji 6 herêmên Rûsyayê 28 hunermend hatin hilbijartin. Hunermend ji Moskowa, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stravrapol û Adigeyê beşdar bûn.
Festîval bi rengê pêşbirkê derbas bû. Di encamê de jî di kategoriya zarokan a koma destpêkê de Yûnûsova Mariya ya ji navçeya Krasniî Kût a herêma Saratovê bû yekemîn, Yeva Arûtsamyan a ji heman ehrêmê bû duyemîn û Malayev Bûlat jî bû sêyemîn.
Di koma duyemîn de jî Îmozemtseva Vîktoriya ji Saratovê bû yekemîn, Aliyeva Azîza ji navçeya Krasniî Kût bû duyemîn û Cûrayev Abdulvafo ji herêma Tambovê bû sêyemîn.
Di beşa mezinan de jî ji bajarê Novoaleksandrovskê Kolalev Artem bû yekemîn, ji navçeya Yerşov a Saratovê Mîrzayeva Gylîzar bû duyemîn û ji herêma Tambovê jî Ûsenov Mexmet bû sêyemîn.
Festîval bi belavkirina xelatan li serketiyan bi dawî bû.