Li Rûsyayê dijminatiya biyaniyan di asteke xetere de ye
Li Rûsyayê dijminatiya biyaniyan di asteke xetere de ye
Li Rûsyayê dijminatiya biyaniyan di asteke xetere de ye
Li Rûsyayê lîberal û demokrat ji dijminatiya di demên dawî de zêde bûye, bi fikar in. Hin rêxistinên civakî yên sivîl di wê baweriyê de ne ku "cudakirin" gihaştyie asteke xetere.
Li duyemîn bajarê mezin ê Rûsyayê St. Petersbûrgê, lîberal û demokratan zêdebûna dijminatiya li hemberî biyaniyan şermezar kirin.
Nûnerê Partiya Yabloko Borîs Vîshnevsky di çalakiya li St. Petersbûrgê de axivî û destnîşan kir ku dijminatiya biyaniyan û nefretkirin îdeolojiya hikûmetê ye.
Vîshnevsky got, "Di demên dawî de cudakirin û dijminatiya biyaniyan di nava komên lîberal de jî hat pejirandin. Gelekî girîng e ku hêzên lîberal û demokrat li dijÎ vê xeteriya li welatê me mezin dibe, bikevin nava tevgerê.
Yek ji çalakgerên li St. Petersbûrgê jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Tişta îro tê kirin biçûkxisitna koçberan, hevzayendan û her beşên civakê ye. Hikûmeta ku vê dike, dixwaze bala me bikşîne devevreke din. Bi yek gotinê ez ji wan re dibêjim; tirsnak e."
Komên neteweperest jî xwe amade dikin li gelemperiya welêt xwepêşandanên mezin lidar bixin. Çapemenî diyar dike ku hikûmet dê piştgiriyê bide xwepêşandanên li gelemperiya welêt. Li gorî anketên li nava raya giştî, helwesta hikûmet û çapemeniyê, dijminatiya biyaniyan a li nava civakê, zêdetir kiriye.
Xwepêşandanên neteweperestan ên di rojên pêş de jî, rê li ber fikaran û gumanan di nava civakê de vedikin.
Meha bihurî, kuştina welatiyekî Rûs ji aliyê ciwanên ji Asya Navîn, bûbû sedem ku li gelemperiya welêt protestoyên dijber pêk werin. Rêxistinên Civakî yên Sivîl, destekdayîna hikûmetê ji bo xwepêşandanên komên neteweperest, weke xeteriyeke mezin dibînin.