Li Rojava huner geş dibe

Li Rojava li kolan, qad, eywanên şanoyê û navendên çandê festîval û nîşandanên sînemayê hene. Bi rêya sînemayê çîroka Kurdên azad carinan wekî gerîla û carinan jî wekî karaktereke jina azad tê vegotin.

Navendên çand û hunerê yên li Rojava bûne cihên ku mirovên hemû kes tên wir. Tevî şerê dagirkeriyê yê dewleta Tirk a li dijî Rojava, xebatên çand û hunerî, bi pêşengên civakê û gel re bi lez û bez dewam dikin.

Li Rojava bahoza şoreşa çand û hunerê radibe. Şarezayiya çand û hunerê ya gelên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta Heleb û Şehbayê di festîvalan de dertê pêşberî gel. Ji bilî festîvalan, pêşandana fîlm û belgefîlman jî dewam dikin û beriya ku yek bi dawî bibe yên din tên amadekirin. Li Rojava kolan, qad, şano û navendên çandê bi festîvalan û pêşandana sînemayê re rojên zindî derbas dikin.

Di dema ku hemû beşên civakê perwerdeya xweparastinê dibînin, li aliyê din mîhrîcanên çand û hunerê bêyî ku di bin siya şerê ferzkirî de bin, li gorî plansaziyê tên lidarxistin. Ciwan ne tenê li eniyê amadekariyên şer dikin, di warên weke muzîk, sînema, şano û folklorê de hem di warê leşkerî û hem jî di warê civakî de di warê çand û hunerê de xwe pêş dixin.

DI AVAKIRINA ŞOREŞA ÇANDÎ DE XEBATEK GIRÎNG HEYE

Rojava ku civakeke pir rengîn e, avakirina şoreşa çandî roj bi roj lê geş dibe. Pergala kapîtalîzmê ku sînema li cîhanê veguherandiye amûrê tinekirinê, li Rojava civakê weke hunereke hebûnê ji nû ve tîne cem hev. Kurd bi rêya sînemayê kesayeta mêtînger dişkînin, çîroka nû ya Kurdê azad carnan bi jiyana gerîlayek carnan jî bi karekterê jina azad dertînin pêşberî temaşevanan. Sînemaya Kurdî ya ku Yilmaz Guney û Halîl Dag di şert û mercên herî dijwar û bi derfetên herî kêm de pêş xistibûn, bi bandora sînemaya Kurdî ji çar parçeyan hatin Rojava. Fîlmçêkerên ku ji sînemaya Kurdî ya ku Yilmaz Guney û Halîl Dag ku di şert û mercên herî dijwar de û bi derfetên herî kêm pêş xistine bandor bûne, ji çar aliyê Kurdistanê berê xwe didin Rojava û çîrokên lehengiya Tevgera Azadiya Kurd. Kuçe û kolanên Rojava ku ji bo sînemaya Kurdî bûye cihekî girîng, dema mirov lê dimeşe, bê guman mirov dikare rastî sînema, rêzefîlmên televîzyonê an jî ekîbên din ên kişandinê were.

RÛPELA SOR

Bê guman li kuçe an jî kolanan çavê mirov bi afîşa ragihandinê ya fîlmek an merasîmek hunerî daleqandî dikeve. Gelek fîlm li bendê ne ku li Rojava bên pêşandan. Di mehên borî de afîşên fîlmê ji bo pêşandana fîlma Dêrsim Zêrevan a bi navê "Rûpela Sor" li Qamişloyê li dîwar û panoyan hatin daliqandin. Kesên pê hesiyan, ji bo temaşekirina fîlmê berê xwe dabûn Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo.

NÛJIYAN

Afîşên belgefîlma “Nûjiyan” Jînda Asmen (Nûjiyan Erhan) ku li herêma Xanesor a Şengalê dema nûçe dişopand ji aliyê çeteyên Roj ve hat qetilkirin, ji Dêrikê heta bajarê Şehbayê li gelek cihan hatin daliqandin.

Hewldana pêvajoya çêkirin û nîşandana belgefîlma Jînda Asmen ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Belgefîlma "Nûjiyan" ku ji 73 deqeyan pêk tê bi awayekî serketî pêşandana xwe bi dawî kir û hem ji aliyê sînemager û hem jî ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat.

GAVA ŞITIL MEZIN DIBIN

Kobanê yek ji bajarên Rojava ye ku hem bi berxwedan û hem jî bi hunera xwe derdikeve pêş. Li Kobanê, bajarê ku çîrokên lehengiyên mezin lê tên jiyîn, vê carê fîlm li ser jiyana rojane ya mirovên asayî radiweste.

Her wiha yekemîn fîlma derhêner Rêger Azad bi navê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ li Kobanê kişand. Fîlm behsa malbateke piştî Şoreşa Rojava li Kobanê dike; Çîroka bav û keçê vedibêje ku rojane ji gund tên bajêr û mast difiroşin.

Gelê Kobanê ku di her qonaxê de bi awayekî aktîf beşdarî pêşandana fîlmê bû, tevlîbûneke mezin nîşan da. Her çend derhêner Azad di bin şert û mercên dijwar de fîlm kişandibe jî, serkeftina xebata kolektîf a bi ekîba ku wî damezrandibû, ji aliyê temaşevan û hezkiriyên sînemayê ve rastî eleqeyek mezin hat.

DEMA DIRÎREŞKAN

Her çend rojeva şer a sala 2022’an xwe bi hemû dijwariya xwe bide hîskirin jî, rojeva çand û hunerê jî êşa giran a şer û wateya jiyanê nîşan dide. Di berdewamiya fîlm û belgefîlmên ku min behs kirin de, êvara 6’ê Îlonê li salona Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo promiyera fîlma ‘Dema Dirîreşkan’ a ji aliyê derhênerê serketî yê sînemaya Kurdî Haşim Aydemir ve hat pêşkêşkirin. Di promiyera fîlmê de dîmenên rengîn ên ku bala min kişandibûn hebûn.

Piraniya beşdaran ciwan û dayik bûn. Kesên ku afîşên fîlmê dîtin û bihîstin beşdarî promiyera fîlmê bûn. Li welatê şoreşê, bi gelê şoreşê re temaşekirina fîlmekî, xwedî wateyeke din bû.

Projeyên sînemayê yên li Rojava di nava Komuna Fîlman a Rojava de tên meşandin. Ev hemû performansa di bin pêşengiya Komunê de bi gel re tên cem hev. Li Şehba, Kobanê û Herêma Cizîrê yên komunê, komun hene û fîlmên Komuna ku di bin banê TEV-ÇAND'ê de xebatên xwe didomîne, li gelek bajaran bi taybet li Dêrikê hatin nîşandan. Gelê Rojava dê di rojên pêş de jî bi fîlmên xweş hevdîtinên xwe berdewam bikin.