Li Rojava atolyeya sînemayê dest pê dike

TEV-ÇAND li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, atolyeya sînemayê organîze dike. Perwerdehî wê 45 rojan bidome. Serlêdanên ji bo atolyeyê, heta 5’ê Nîsanê berdewam in û wê atolye 8’ê Nîsanê dest pê bibe.

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND), di projeya Atolyeya Sînemayê de ku pêşengiya wê dike, Komuna Fîlm a Rojava, Şanoya Çiya û Sîne Şano bi awayekê çalak bi rolê xwe radibin. Komên sînema û şanoyê yên girêdayê TEV-ÇAND’ê, wek her car ked ji bo vê projeyê jî da.

Dersên Atolyeya Sînemayê ev in; Dîroka Sînemayê, Senaryo, Xwendina Fîlman, Deng, Kurdî û Sînemaya Şoreşger, Kostum-Dekor, Kamera, Rejî, Ronî, Montaj û Produksiyon. Kedkarên Çandê û hunerê Şêro Hindê, Haşim Aydemîr, Nûman Yîgît, Dîrok Artos û Ekîn Ronî jî perwerdekarên atolyeyê ne.

Serlêdanên ji bo atolyeyê, 23’yê Adarê dest pê bûn. Temenê serlêdanê 16-25 e. Kesên ku ser lê bidin, wê hevdîtin bi wan re bê kirin. Kesên serlêder, ne şert e ku berê cih di nav xebatên çandî û hunerî de cih girtibin. Di perwerdehiyê de ya esas dilxwazî ye. Wê 8’ê Nîsanê dest pê bibe û 45 rojan bidome.

Piştî perwerdehiyê wê sertîfîkayê bidin şagirtan. Şagirtên baş û dilxwaz, wê bikarin tev li Komuna Fîlman a Rojava bibin. Navenda Atolyeyê, Qamişlo ye, lê ji bajarên din jî ser lê tê dayîn.

Şagirt, piştî bidawîbûna perwerdehiyê wê tev li projeyên fîlmên kin bên kirin û wê ev fîlmên kin, havînê bên kişandin.

Salên dawîn, gelek fîlm hatin çêkirin. Komuna Fîlman a Rojava, 14’ê Tîrmeha sala 2015’an ava bû û pêşengî ji gelek xebatên hunerî re kir. Fîlmê Ji bo Azadiyê û Kobanê, rêzefîlmên Evîna Kurd û Tava Sor jî kişandin. Ji bo bipêşvebirina hunerê gelek hewil da. Komuna Fîlman a Rojava, ji sala 2015’an ta bi niha gelek caran perwerdehî daye. 

Atolyeya Sînemayê ku pêşamadehiya Akademiya Çand û Hunerê ye, sînemakaran wê ji bo pêşerojê û akademiya ku wê bê vekirin digihîne. Li Akademiya Şehîd Yekta ku ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hat vekirin jî du salan perwerdehiya çandî da. Piraniya ciwanên li vê akademiyê perwerde bûn, hêj jî di xebatên TEV-ÇAND’ê yên li Rojava de, di xebatên çandî û hunerî de bi rolên giring radibin. Bi taybetî di fîlmê Ji bo Azadiyê, Kobanê û rêzefîlmên Tava Sor û Evîna Kurd de lîst.