Roja 25’ê Gulanê rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û dramatorê navdar ê Kurd Bariyê Bala ku li Sowyeta bere dijiya, ji ber nexweşiya demdirêj çavê xwe li jiyanê girt! Bariyê Bala sala 1937’an li gundê Demirçî ya navça Masîsa Ermenîstanê tê dinê. Zaroktiya xwe li gund derbas dike û di sala 1958’an de jî bi serkeftî dibistana navîn bidawî dike. Di heman salê de diçe zanîngeha bilind ya bi navê Xaçatûr Aboviya û beşa zimazaniyê dixwîne. Piştî bidawîkirina zanîngehê ji sala 1963’an ve çend sal li dibistanê mamostetî kiriye. Ji ber ku asta pisportiya wî wek înstrûktorê zimanê Kurdî û Azerî bû, derbazî Wezareta Ronakbîriyê yê Ermenîstanê dibe. Piştî demekî wek serokê Sovxozê derbazî Sovxoza navçeya Masîsê dibe.
Di sala 1989’an de malbata Bariyê Bala li gel hejmareke zêde ya Kurdên ji vî welatî derkevin. Destpêkê derbasî Komara Azerbaycanê dibin, pişt re derbazî herêma Alma-Ata ya Qezaqistanê dibin. Bariyê Bala bi xwe li paytaxta Qazaqistanê Alma-Atê bicîh dibe. Rewşa koçberî di dilê wî de şopekî dihêle. Ji ber wê ew rêya xizmeta gel ji xwe re bingeh digire û di nav kar û xebatên rêxistina Kurdî de cîhê berçav digire û xizmeta gelê xwe dike. Ji milê fedekarî, zanîn, edelet û rêxistinî de wek rewşenbîr û mirovekî Kurdperwer tê naskirin û hezkirin. Bê guman ew vê yekê wek xizmeteke têrker nabîne. Ji ber we jî di wan demên zehmet de tevî karê gel û malbatê, pênûsa zanistê digire destê xwe û nivîsên xwe yên ku hê li Ermenîstanê destpêkiribû dewam dike!
Pirtûka wî ya destpêkê ya bi navê ‘Dinya min’ di sala 1974’an de li Rewanê tê weşandin. Pirtûka duyemîn ya bi navê ‘Kû da herim’ li Bakû tê weşandin. Sala 2008’an li Qezaqistanê pirtûka ‘Dîlbera min’ diweşîne, sala 2009’an pirtûka ‘Dayik’, sala 2011’an pirtûka ‘Kulîlkên neçilmisî’, sala 2012an pirtûka ‘Deh bûyer’ û sala 2014’an jî pirtûka ‘Ez û kevokê tenê’ diweşîne. Hin ji van pirtûkên wî bi zimanê Rûsî tên weşandin. Helbestên di van pirtûkan de di şahiyên netewî de bi çend zimana tên xwendin.
Ji bilî pirtûka helbestan Bariyê Bala pirtûka şanoyî ya bi navê ‘Şîretname’ û ‘Seyran’ diweşîne. Li ser Têkoşîna Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên dozê pir helbestên wî hene, helbestên ku di nava civak û şahiyan de dibûn moral û hêza welatparêziyê. Weke din jî pir metelok û şîretên wî bi awayekî ezber li ser zimanê civaka Kurdên Qezaqistanê tên gotin.
Her wiha Bariyê Bala wek bavekî hezkirî zarokên xwe yên bê dayik mayî bi kedeke giran mezin kir û rêya xwendinê danî pêşiya wan ku ji wan rewşenbîr derketin.
Weke Kurden ku li Rusya û welatên Sovyeta kevin dijîn, em sersaxî li malbata wî û gelê Kurd dixwazin.