Li Myanmarê girtiyên siyasî serbest tên berdan lê…
Li Myanmarê girtiyên siyasî serbest tên berdan lê…
Li Myanmarê girtiyên siyasî serbest tên berdan lê…
Rayedarên Myanmarê dan xuyakirin ku piştî efûya hatiye îlankirin, ti girtiyên siyasî di girtigehê de nemane.
Berdevkê Serokdewlet di daxuyaniya xwe ya li ser malpera Facebookê dayî de got: “Bi saya efûyê ti girtiyên siyasî di girtîgehê de nemane." Lê belê rêxistinên mafên mirovan, ragihandin ku heta niha dosyayên 200 girtiyan di çarçoveya efûyê gîştî de ne hatîne dest girtin. Rayedar di nîrxînin ku dosyayên 4 girtiyên siyasî jî di çarçoveya efûya giştî de negirin dest.
Hat ragihandin ku efûya giştî, xiyanetê, hewildana serhildanê, protestoyên îlegal yan jî li dijî qanûna rêveberiya cûntayê hemû muhalifetê digre nava xwe de. Rayedarên Myanmarê radigihînin ku 5 girtî serbest ne hatine berdan.
Mudurê Giştî yê Girtîgehan Than Htay jî got ku heta niha ti agahiyên diyar di destê wan de nîne ku ka çend kes ji girtîgehê derketine yan jî derneketine.
Thay ragihandin ku xebatên wan ên ku ka rayedarên girtî di çarçoveya efûya giştî de wê derkevin yan ne didomin. Lê belê diyar kir ku wê di demek nêz de girtiyên ji efûyê sûd werdigirin wê werin berdan.
Rêxistinên Mafên Mirovan dabûn xuyakirin ku piştî ku di sala 2011’an de dema cûntayê li Myanmarê bi dawî bûye nêzî 2 hezar girtiyên siyasî di girtîgehan de bûn. Lê belê di dema dawî de bi sedan mûhalif, parêzer, rahip û rojnamevan serbest hatine berdan.
Heman Rêxistinên Mafên Mirovan diyar kirin ku li Bîrmanyayê niha 40 girtiyên siyasî di der barê 200 dozên cuda de li benda darezandina cezayê girtîgehê ne.
Rêxistinên Mafên Mirovan dan zanîn piştî efûya giştî û pêve ji 31’ê Kanûnê di çavçoveya girtinê de jibo welat di be pirsgirêka girtinên siyasî pêk were.
Ji Human Rights Watchê David Mathieson, got: “ Jibo sozên ku Serokê hikûmetê dayîn bi cih bîne divê sererast kirinên teknîkî pêkwerin” ragihand ku ta niha rayedaran dosyayên 200 girtiyên siyasî ne girtîne dest.
Bang li hikûmetê kir ku dest ji zagonên ku dibe sedemê girtinên nû berde.