Li Myanmar’ê 44 girtiyên din ên siyasî hatin berdan
Li Myanmar’ê 44 girtiyên din ên siyasî hatin berdan
Li Myanmar’ê 44 girtiyên din ên siyasî hatin berdan
Li Myanmarê 44 girtiyên siyasî serbest hatin berdan. Di çarçoveya reformên dawî yên hikûmetê de, 44 girtiyên ji ber sûcê ramanê hatine girtin, serbest hatin berdan. Hikûmetê, piştî ku rêveberiya cûnta di sala 2011'an de ji desthilatdariyê ket, di demeke nêz de efûya giştî îlan kiribû.
Serbestberdana girtiyan, li van rojên ku paytexta Myanmar Naypyidaw ji lîstikên Olîmpiyadê yên Asya Başûrrojhilat re mêvandariyê dike, rast hat.
Di dema serdana Nûnera Payebilind a Yekitiya Ewropayê Catherîne Ashton a li Myanmarê de, di nava meha Mijdarê de 69 girtî hatibûn berdan.
Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku di nava girtiyên serbest hatine berdan de du neviyên dîktatorê berê Ne Wîn ên bi xinayeta li welêt hatibûn sûcdarkirin jî hene. Ji îlana efûya giştî û vir ve tevî rojnamevan û rahîban bi sedan mûxalîf serbest hatin berdan.
Parêzvanên mafên mirovan hikûmetê sûc dar dikin ku serbestberdana girtiyên siyasî ji bo pêşxistina têkiliyên navneteweyî bikar tîne. Serokdewletê Myanmarê û yek ji generalên berê yên cûntayê Theîn Seîn, di serdaneke xwe ya Hezîrana îsal a li Îngilîstanê de diyar kiribû ku dê mûxalîfên ji ber sûcê ramanê girtîne werin berdan, efûyekê îlan bike.
Cûntaya leşkerî ku nêzî nîv sedsalekê welat kontrol dikir, hebûna girtiyên siyasî red dikir. Serokdewlet Theîn Seîn di dawiya sala 2012'an de îlan kiribû ku dê komîteyek bi girtiyan re eleqedar bibe, were avakirin.