Li Misrê trên li wesayîtan qelibî: 24 mirî, 28 birîndar
Li Misrê trên li wesayîtan qelibî: 24 mirî, 28 birîndar
Li Misrê trên li wesayîtan qelibî: 24 mirî, 28 birîndar
Li eyaleta Gîza ya Misirê, li ser rêya hemzemînê trên li sê wesayîtan qelibî û di encamê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.
Li eyaleta Gîza ya Misirê, trêneke kargo li sê wesayîtên ku di rêya hemzemîn de derbas dibûn qelibî. Rayedaran dan xuyakirin ku otobusa rêwiyan a ji daweteke li Qahîreyê vedigeriya û du wesayîtên bar, 40 km dûrî paytext Qahîreyê li gundê Dehşûrê, dema hewl dan bi hev re di rêya hemzemînê de derbas bibin, trêna kargo li wan qelibî.
Rayedarên nexweşxaneyê dan xuyakirin ku di bûyerê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û 28 kes birîndar bûne. Rayedaran diyar kirin ku ji ber rewşa xetere ya hin birîndaran ew bi fikarin hejmara miriyan zêde bibe.
Ji ber rêyên nebaş û kevin ên rêyên Misrê li vî welatî gelek caran qezayên trafîkê rû didin.
Di Mijdara par de, 350 kîlometre li başûrê Qahîreyê trên li otobuseke servîsa dibistanê ketibû û 50 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn. Ev bûyer bûbû sedem ku Wezîrê Ragihandinê îstifa bike.
Li Misrê felaketa herî xerab a trênê di sala 2002'an de rû dabû. Di qezaya li Qahîreyê de 373 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.