Li Mersînê ji bo hunermendê mezin Aram Tîgran merasîmek hat lidarxistin

Hunermendê mezin Aram Tîgran di salvegera 13. a wefata xwe de li Mersînê bi merasîmekê hat bîranîn.

Aram Tîgran di salvegera wefata xwe ya 13’emîn de li Komeleya Çand û Hunerê ya Sanatolia ya Mêrsînê bi merasîmek hate bibîranîn. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş, Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de wêneyên dengbêjên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de jiyana Aram Tîgran hate vegotin. Piştre Emîn Aksû ji bo bîranîna Tîgran helbest xwend.

 Hunermend Kadîr Çat ê di merasîmê de axivî, diyar kir ku weke her hunermendê Kurd di rêya wî de diçin û got: “Dengê wî dengê welat e, axa wî axa welat e. Em bi stran û muzîkên wî ruhê wî şad bikin. Em Mamoste Aram Tîgran bi rêzdarî bibîr tînin.”

 Piştî axaftinan Kadît Çat û Mehmet Aykût, stranên Aram Tîgran gotin, beşdarvanan jî bi wan re stran gotin. Merasîm bi çepikan bi dawî bû.