Li Meksîkayê yekîneyên parastina cewherî şaredariyek bi dest xistin
Li Meksîkayê yekîneyên parastina cewherî şaredariyek bi dest xistin
Li Meksîkayê yekîneyên parastina cewherî şaredariyek bi dest xistin
Li Meksîkayê, yekîneyeke parastina cewherî ya li dijî sûcên organîzeyî hatiye avakirin, bajarê Tancîtaro yê li Eyaleta Mîchoacanê bi dest xist. Rayedaran diyar kirin, piştî pevçûna ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, yekîneyên parastina cewherî duh şaredarî bi dest xistine.
Li eyalta Mîchoacanê ev çend meh in di navbera yekîneyên parastina cewherî û endamên rêxistinên organîzekirî yên sûc de pevçûn rû didin. Hat ragihandin di encama pevçûna pêr de 3 endamên çeteya organîze ya sûç, jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.
Di pevçûnên li Meksîkayê de kartelên narkotîkê yên mîna Şovalyayên Mabedê xwedî bandor in. Hikûmeta Federal nêzî 5 hezar leşker û polîs şand herêmê, lê belê nekarî heta niha pêşî lê bigire.
Serokdewletê berê Felîpe Calderon di sala 2006'an de dema biryar da di bin navê têkoşîna li dijî kartelên narkotîkê de leşkeran bişîne eyaletan, Eyaleta Mîchaoacan weke herêma pîlot nirxandibû û yekîneyên destpêkê şandibû wê derê. Lê belê ev yek bi mirina 77 hezar kesan li eyaletê, vala derketibû.
Bi têkçûna polîtîkayên hikûmetê re, hêzên parastina cewherî, ji destpêka sala 2013'an û pê ve li hemberî dijwariya çeteyên narkotîkê rawestiyan.