Li Marsîlyayê şanoyek hat pêşkêşkirin

Li Marsîlyayê ji aliyê saziyên Kurdan ve şanoyek hat pêşkêşkirin.

Bi piştgiriya Platfroma Piştevaniya bi Kurdistanê re ya ku ji Komeleya Civaka Kurd a Marsîlyayê û gelek saziyan pêk tê, CSK û şaredariyên 2’emîn û 3’emîn ên Marsîlyayê û rojmameya herêmî ya Marsîlyayê La Marseîllaîse şanoyek hat pêşkêşkirin.

Nêzî 350 kes tevlî lîstoka li navenda çandê ya mezin La Frîche de Belle-de-Maî bûn. Di lîstokê de bal hat kişandina zexta li ser girtiyan û êrîşên li ser Rojava û her wiha ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteyên qedexe” peyam hatin dayîn.

Hunermendên Kurd jî rastî eleqeyek zêde hatin.