Li Marsîlyayê mamosteyên Kurdî sertîfîkayên xwe wergirtin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi şiyara "Bi Kurdî hîn bibe û Kurdî hîn bike" qurs hat lidarxistin.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi şiyara "Bi Kurdî hîn bibe û Kurdî hîn bike" qurs hat lidarxistin.
Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi şiyara "Bi Kurdî hîn bibe û Kurdî hîn bike" qurs hat lidarxistin. Ji rêveberên Enstîtuya Kurd a li Elmanyaye kar dike Devzî Ozmen, di merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê sertîfîka da namzetên mamostetiyê.
Mamoste Fevzî Ozmen di axaftina xwe ya li merasîmê de, ji bo organîzeya qursa ziman spasiyên xwe pêşkêşî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kir.
Ozmen da xuyakirin ev sertîfîka hem xelateke hem jî berpirsyariyeke û got, "Hevalên ev sertîfîka stendin, ji meşandina xebatên li vê herêmê berpirsyar in. Xwedîderketina Kurdên me yên koçî Ewropayê kirine li zimanê xwe, bingeha hebûna me ya civakî ye. Windabûn pêvajoyeke bi ji bîr kirina ziman re destpê dike. Divê em bi vê zanibin û her kes jî xwedî li vî karê pîroz derkeve."