Li Maliyê dû rojnamevanên Firansî hatin revandin

Li Maliyê dû rojnamevanên Firansî hatin revandin

Dû rojnamevanên Firansî yên ku nûçeyan dişopandin , li bajarê Kidal yê Maliyê hatin revandin. Waliyê Kidalê Valisî Adama Komissoko nûçeyê piştrast kir.

Herdu rojnamevanên ku di radyoya navnetewî ya Firansa yê de kar dikirin, yên binavê Claude Verlon û Ghislaine Dupont ji beriya niha jî ji bo hilbijartinan bişopînin çubun Malî.

Li gorî Adama Kamissoko dayî diyar kirin, her dû rojnamevan ji aliyê 4 kesan ve bi maşineyek bi marqa Toyota hatine revandin.