Li Londrayê konsera 'Stranên çiyê'

Li paytexta Îngîltere Londra li Şanoya Acrola bi navê 'Stranên Çiyê'' konsereke muzîka Kurdî hat lidarxistin.

Li paytexta Îngîltere Londra li Şanoya Acrola bi navê 'Stranên Çiyê'' konsereke muzîka Kurdî hat lidarxistin.

Di konsera ku ji 4 parçeyên Kurdistanê klam hatin gotin, wek parçeyek projeya Pirtûka Stranên Kurdî ya bi rêya komkirin-arşîvkirina stranên Kurdî pêk hat, hat ragihandin ku ji bo Akademiyeke Muzîkê ya wê li Kobanê bê avakirin xebat hatine destpêkirin.

LI KOBANÊ AKADEMIYA MUZÎKÊ

Etnomuzîkolog Ed Emery ê bi stranbêj û Rojnamevan Sûna Alan re axaftina vekirina konserê kir, got ku konser ji bo bi çanda Kurdî re paşêroja polîtîk û tecrûbeyên wê ji guhdaran re bê ragihandin girîng e. Emery anî ziman ku ji bo li Kobanê Akademiyeke Muzîkê ya wê muzîka Kurdî, dans û bi awayekî giştî stran bên lêkolînkirin û arşîvkirin bi Zanîngeha SOAS a Londra re wê bikevin nav hewldanan û bi ekîbeke muzîsyenên dilxwaz re armanc dikin gavên pratîk sala pêşiya me biavêjin.

KLAMÊN ELEWIYAN Û STRANÊN GELÊRÎ YÊN KURDÎ HATIN GOTIN      

Di bernameyê de ku hunermendên cur bi cur derketin dikê, dîrok û çîroka her berhema hat gotin ji aliyê Ed Emery ve hat vegotin. Di yekemîn beşa bernameyê de bi wesîleya temsîla 4 parçeyên Kurdistan klamên Şeroyê Biro, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo ji aliyê Suna Alan ve hatin gotin. Roskar Nasan (ud) û Hamît Sad (bendîr) tevlî klaman bûn. Paşê Berguzar Erdogan klamên Elewiyan, Ulkem Yilmaz û Zelîha Çîçeklî stranên gelêrî yên Kurdî gotin. Endamên Grûp Raye, Riza Koyupinar (perkusyon), Salman Sobe (gîtar) û Soner Golbaş (saz, klarnet) tevlî stranan bûn.

Duyemîn beşa bernameyê bi Suna Alan û Grûp Raye bi strana Ez Xelef im dewam kir û Ekîba Folklor a Yekîtiya Ciwanên Elewî ya Îngîltere bi lîstîka gelêrî ya Xelef tevlî klamê bû.

KOMKUJIYÊN ERMENIYAN Û DÊRSIMÊ NEHATIN JIBÎR KIRIN

Paşê bi wesîleya 100. salvegera Komkujiya Ermeniyan berhemeke bi zimanê Ermenî hat gotin. Di vê beşê de klamên têkildarî Komkujşya Dêrsimê jî hatin gotin. Bername bi klama Keça Kurdan bi dawî bû.