Li Londonê banê şanogehekê rûxiya

Li Londonê banê şanogehekê rûxiya

Li paytexta Îngilîstan Londonê, di encama rûxandina banê Şanogeha Apollo de herî kêm 88 kes birîndar bûn. Banê şanogeha ku di sala 1901'ê de hat çêkirin, di dema pêşkêşkirina lîstikeke şanoyê de hilweşiya.

Di bûyerê de 7 jê bi rewşa giran 88 kes birîndar bûn. Beşeke mezin a ji birîndaran li ser lingan hat dermankirin. Polîsê Îngilîz diyar kir ku birîndarên din jî bi otousa qraliyetê bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Hat ragihandin ku gelek mirov di rewşeke şoqê de ne. Polîsan dor li herêma ku gelek şanogeh, resûrant û klûbên şevê lê ne, girt.

Hat ragihandin ku çend saet piştî bûyerê, ekîbên arkujan mirovên di binê xirbe de derxistine.