Li Komara Demokratîk a Kongo bîlançoya bi xwîn
Li Komara Demokratîk a Kongo bîlançoya bi xwîn
Li Komara Demokratîk a Kongo bîlançoya bi xwîn
Li Komara Demokratîk a Kongo bilançoya pevçûnên duh pir girane. Hat aşkerakirin ku li paytext Kînşasa kesên ku êrîş birin ser televîzyona dewletê RTNC jî di nav de 70 mûxalîf û 3 leşkeran jiyana xwe dest dane.
Berdevkê hikûmetê Lambert Mende diyar kir ku di pevçûnên duh de li paytext Kînşasa 52 mûxalîf hatine kuştin û 39 kes jî bi saxî hatine zevtkirin. Li gorî agahiyên hatin dayîn, di pevçûnên li bajarên din de jî 18 mûxalîf hatine kuştin.
Hat ragihandin ku kesên li paytext Kînşasa êrîş birine ser avahiya RNTC, di destê wan de bivir û dar hebûn. Hat îddiakirin ku êrîşkar girêdayî alimê olî Paul Mukengubîla yê ku di sala 2006’an de li dijî serokdewlet Joseph Kabîla hilbijartin winda kiribû. Êrîşkaran bi qasî çend saetan avahî bi dest xistibûn û hin rojnamevan dîl girtibûn.
Hat ragihandin ku pevçûnên di navbera alîgirên Mukengubîla û artêşê de li Katarga û duyemîn bajarê mezin ê welêt Lumumbahî dewam dikin.
Komara Demokratîk a Kongo ku ev 20 sal in lê pevçûn dewam dike, bi mezinbûna axa xwe li Afrîkayê welatê duyemîn e. Welatê ku ji 60 mîlyonî zêdetir şênî lê dijîn, dîktator Mobutu Sese Seko salên dirêj li ser hikumma û di sala 1997’an de di bin rêveberiya Kabîleya Laurent de ji aliyê mûxalîfa hatibû xistin.