Li Kobanê Pêşangeha Wêneyan a Sêyemîn

Li Kobanê, pêşangeha sêyemîn a wêneyan hate vekirin û gelekî bal kişand.

Pêşangeya Wêneyan a Sêyemîn li Eywana Firatê ya li Kantona Kobanê, ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate vekirin.

Wêne û berhemên bi dehan wênesazan hate nîşandan. Pêşangeh bi dirûşma "Rengê me ji dengê çekên we bihêztir e" pêk tê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, şêniyên Kobanê derbasî eywana pêşangehê bûn.

Piştre spasname li wênesazên beşdar, hate belavkirin.

Her wiha Hunermend Hisên Xanî jî bi stranên xwe pêşangeh geş kir.